ÎHD û TÎHV: Êdî bila îktîdar berpirsiyariya xwe pêk bîne 2019-03-26 16:15:30   MÊRSÎN – Şaxa ÎHD û nûneriya TÎHV'ê yên Mêrsînê bal kişandin ser daxwazên girtiyên di çalakiya grevêde û wiha got: "Divê îktîdar demek berî demekê berpirsiyariya xwe pêk bîne.    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Nûnertiya Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiye (TÎHV) ên Mêrsînê, bi armanca balê bikişînin ser daxwaz û rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de û daxwaza Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li avahiya ÎHD'ê ya Mêrsînê daxuyanî dan çapemeniyê. Nûner û rêveberên HDP, HDK, 78, Halkevlerî, TUAYDER û gelek rêxistinên sivîl û demokratîk tev li civinê bûn. Rêxistinên civaki û parazvanên mafên mirovan di civînê de pankarta “Li dijî greva birçîbûnê bêdeng nemîne" û dowîzên “Tecrid dikuje", “Li dijî gireva birçîbûnê bêdeng nemîne, sibê pir dereng e." bilind kirin. Sekreterê Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê Tahir Tuyben daxuyanî xwend.    ‘DENGÊ GIRTIYAN HATIYE BIHÎSTIN'   Tuyben anî ziman ku çalakiya Guven daye destpêkirin, li zêdeyî 100 girtîgehan bi hezaran girtî çalakiyê berdewam dikin û wiha got: “Li Almanya Ugur Şakar, di 17'ê Adara 2019'an de Li Tekîrdagê Zulkuf Gezen, di 22'ê Adara 2019'an de li Gebzeyê Ayten Beçet, di 24'ê Adara 2019'an de li Girtîgeha Oltu ya Erziromê Zehra Saglam û di 25'ê Adara 2019’an de li Mêrdînê Medya Çınar bi armanca tercîdê şermezar bikin dawî li jiyana xwe anîn. Em berî her tiştî sersaxiyê ji malbatan re dixwazin. Mafê jiyanê pîroz e. Degnê girtiyan hatiye bihîstin. Hemû hewldanên me didomin. Em li vir dîsa bang li rayedaran dikin. Divê li girtîgehan kes jiyana xwe ji dest nede. Em van çalakiyan erê nakin. Tecrîd li dijî kurala Mandela ya Tecrîdê ye. Îktîdara siyasî li dijî cenazeyan li dijî hiqûq, zagon û hurmetê tev geriya ye. Destûr nedane ku malbat şîna xwe jî bigirin. Divê îktîdara siyasî berpirsiyariya xwe pêk bîne.  Divê demek berî demekê daxwaza girtiyan pek bîne."