Parastina Medya Çinar: Tişta me dixwest xweserî bû 2019-03-26 15:03:44 MÊRDÎN - Girtiya ji Doza Nisêbînê Medya Çinar a ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Mêrdînê dawî li jiyana xwe anî, di parastina xwe ya berî salekê de tecrîd şermezar kiribû û gotibû: “Tişta me dixwest xweserî bû. Li şûna têkoşînek leşkerî, pêngavek siyasî dikaribû bihata avêtin.”   Girtiya di Doza Nisêbînê de dihat darizandin Medya Çinar a ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê di 25’ê Adarê de dawî li jiyana xwe anî û duh bi şev dibin amlûkeya leşkerî de cenazeyê wê li gundê Margik ê Qoserê hat definkirin, di parastina xwe ya berî salekê kiribû de jî, tecrîd şermezar kiribû.    DI DEMA  ŞERÊ LI DIJÎ DAÎŞÊ DE BIRÎN BIBÛ    Çinar piştî êrîşên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê, diçe Kobanê û di şer de birîndar dibe. Piştî Çinar birîndar dibe vedigere Tirkiyeyê û di dema qedexeyên derketa derve de, li Nisêbînê asê dimîne. Bi rakirina qedexeya derketina derve re Çinar jî dinav de 53 li Nisêbînê tên binçavkirin. Çinar wê demê birîndar bû û dibin çavan de rastî îşkenceyên pir giran tê. Dema ku darizandina Çinar li 4’emîn Dadgeha Cezayê giran a Mêrdînê dest pê kir, li Girtîgeha Sergirtî ya Ewlekariya Bilind a Wanê girtîbû û ji wê hat xwestin ku bi SEGBÎS’ê beşdarî dadgehê bibe. 5 caran danişîna Çinar hat dîtin, lê wê tu carî ferzkirina beşdarbûna SEGBÎS’ê qebûl nekir û xwest li salona dadgehê parastinê bike. Herî dawî Çinar bi biryara dadgehê di 25’ê Sibatê de anîn danişîna 6’emîn a hat dîtin.    Lê Çinar dîsan ji bo ku dadgehê malbat negirtina hûndirê salona danişînê û bi hinceta nîqaşa derket dosye ji hev hatin cudakirin, parastin nekir. Çinar ji bo beşdarî danişîna di rojên pêş de bê dîtin bibe, li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê dihat rawestandin. Çinar, di 16’ê Nîsana 2018’an de, bi SEGBÎS’ê beşdarî 2’yemîn danişîna hat dîtin bû û nirxandinek kurt kir. Ev gotinên Çinar jî di girtinên dadgehê de hatin nivîsandin.    DI GOTINA DESTPÊKÊ DE TECRÎD ŞERMEZAR KIR   Çînar, di parastina bi Kurdî kir de wiha got. “Ez tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan şermezar dikim. Ez zextên li ser Kurdan û êrîşên li Başûrê Kurdistanê yên di vê dema OHAL’ê de şermezar dikim. Ez rêbazên zextan ên li girtîgehan lanet dikim. Di dosyeyê de hevalên min ên birîndar hebûn. Bi tu awayî em nayin dermankirin. Ev vê jî lanet dikim. Ez êrîşên li ser Rojava şermezar dikim û êrîşên li ser Kurdên Rojava yên Kurdistanê şermezar dikim.”   'MIN NEDIKARÎ EZ SERÊ XWE DANIM SER BALIF Û RAWESTIM'   Çinar, êrîşên DAIŞ’ê yên li dijî Kobanê jî nirxand û wiha got: “Ez di pêvajoya Kobanê de çûm. Di êrîşan de jin hatin firotin û zarok hatin kuştin. Mirov hatin qetîlkirin û bi tu awayî tu dewlet derneketin û mafê van mirovan ne parastin. Jin jî weke ferdekê, nedikarî serê xwe danim ser balîf û rawestim. Ger YPG û YPJ’ê têkoşînek mezin li wê derê ne dabûyan, dibe ku destpêkê êrîşî rojhilatê Kurdistanê bikiran. Li vê derê jî dê mirov û zarok bihatan kuştin. Ji ber vê ez beşdarî têkoşînê bûm.”   'ME XWESERTÎ DIXWEST'   Çinar, da zanîn ku ew birîndar bû û ji bo dermakirinê derbasî Nisêbînê bû û wiha pê de çû: “Dema ez hatim qedexeya derketina derve hat îlankirin. Ji ber vê min nekarî ji bajêr derkevim. Me xwesertî dixwest. Me jî weke hemû gelan û dewletan maf dixwest. Dema pêvajoya rêveberiyên xweser dest pê kir, êrîşên mezin li dijî Kurdistanê pêk hatin. Niha jî ev ji bo Kurdistana Rojhilat derbas dare. Dema li Sûriyeyê mirov dihat qetilkirin, dewlet li dijî vê komkujiyê derneketin. Şert û mercên jiyana baş ji bo wan nehat avakirin. Mirov dihat kuştin. Çawan ku jiyanek nû ji xwe re  avakirin, dîsan êrîşî wan hat kirin. Ev di mirovahiyê de ne mimkûne ku bê qebûlkirin.”    ÎŞKENCE VEGOTIBÛ    Çinar îşkenceya li wê hatibû kirin jî bi van gotinan anî bû ziman: “Ger em berî qedexeyê ji Nisêbînê derketina, dê dîsan îşkence bi me bikiran. Dema em li wir hatin girtin, ji ber îşkenceya bi hevalên min kirin ez pir xemgîn bûm Dema ku jinek polîs xwest dest min paşve kelepçe bike, destê min şikand. Îfadeyên berê, hemû wan amade kiribûn, ne îfadeyên min bûn.”