Ji Yuksekdag 10 sal cezayên din dixwazin 2017-11-10 11:50:44 AMED - Dozger der barê Hevseroka  Giştî ya HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag ku girtî tê darizandin de bi sedema di kongreya HDP'ê de posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye vekirin û di sala 2014'an de li Lîcê tev li cenazeyê welatiyekî bû  heta 10 sal cezayê girtîgehê doz vekir.  Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya Berê Figen Yuksekdag de bi sedema di kongreya HDP'ê de posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan vekiriye û li Lîcê beşdarî merasima cenazeyê ku leşkeran kuştibû bûye doz vekir. Dozger bi îdîaya Yuksekdag “Propaganda rêxistinê kiriye" 2 dozên cuda vekir û heta 10 salan cezayê girtîgehê xwest. Doz li 10'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hatin qebûl kirin. Dozger ji 2 salan heta 10 salan ji Yuksekdag ceza dixwaze. Dozger di îdîanameya ewil de bi sedema tev li merasima cenazeyê Mehdîn Taşkin ê di gulebarana leşkerên dema Peykerê Mahsum Korkmaz (Egît) ê li Goristana "Şehît Amed û Şehit Hevidar Şehitliği" hatibû çikilandin xera kirin de kuştin, bûye doz vekir.  Dozger îdîa kir ku di Lênûska "Herema Şehid Kendal Goristana Şehidi Amed Lenuska Serdêran a LÎCE" nivîsa “Ez li ber biranina rêheval Mehdîn ê dema şehîd diparastin gihişt şehadetê bi rêzdarî bejna xwe ditewînim. Wî dema sîmgeya jiyan û parazvanên aştiya gelan diparast nemir bû. Em dê bi alawî bêtir jiyanê biparêzin" propaganda kiriye. Dozger îdîa kir ku bi tevlêbûna merasima cenazeyê Mehdin Taşkın propaganda rêxistinê kiriye."    Dozger di îdîanameya duyemîn de jî bi sedema ku di 2'emîn Kongreya Asayî ya HDP'ê ku Yuksekdag wekî hevserok hat hilbijartin de Posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pankarta "Xweseriya Demokratîk" hatiye vekirin û "Propaganda rêxistinê kiriye" doz vekir.    Dozger, nameya kesê bi navê Arda Can Çelik ê ji serdozgeriya Komarê ya Enqereyê re nivîsandiye û îdîa kiriye ku Di 24'ê Çileya 2016'an de di 2'emîn kongreya HDP'ê de propaganda rêxistinê kiriye esas girt û doz vekir.  Piştî heyeta dadgehê îdîaname qebûl kir doz hat vekirin. Roja darizandina Yuksekdag dê di rojên pêş de bê diyarkirin.