Ozguneş ê HDP’î: Qeymeqam, dozger û amîrê emniyetê ji bo AKP’ê deng dixwazin 2019-03-26 13:03:02   ŞIRNEX - Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş, derbarê zextên li ser hilbijêrên navçeya Elkê û navenda bajêr de civîna çepmeniyê li dar xistin û got: “Qeymeqamê Elkê, dozger û amîrê emniyete gel tehdît dikin û ji bo AKP’ê dengan dixwazin. Dîsan ji cerdevanan dixwazin ku wêneyên xwe yên ser sindoqê ji wan re bişînin.”   Parlementerê Partiya Demokratîk a  Gelan (HDP) Şirnexê Hasan Ozguneş, derbarê nelirêtî û zextên li ser welatiyên navçeya Elkê û navenda Şirnexê de civîna çapemeniyê pêk anî. Civîn li avahiya HDP’ê ya Bajêr pêk hat û Namzetên HDP’ê yên Şaredariyê Nûran Alturk û Hîşar Osal beşdar bûn.    ‘GELO ÇÎ KARÊ AMÎRÊN ÎDARÎ BI PROPAGANDEYA HILBIJARTINÊ HENE?’   Ozguneş, di civînê de axivî û wiha got: “Emê bi awayekê demokratîk neçin hilbijartinê. Bi hesabên bîrkarî dixwazin herêmên di destên HDP’ê jê bigirin. Bi taybetî li Elkê, li ser hilbijêran zextek pir mezin heye. Qeymeqamê Elkê, dozger û amîrê emniyetê gel tehdît dikin û ji bo AKP’ê dengan dixwazin. Ev her sê amîrên îdarî dibistan jî ziyaret kirine. Dixwazin hilbijêr dengên xwe bidin AKP’ê. Gelo çi karê amîrên îdarî bi propagandeya hilbijartinê re hene.”    ‘JI CERDEVANAN XWETIN KU WÊNE BIKIŞÎNIN’   Ozguneş, da zanîn ku namzetê AKP’ê yê bajêr, hin jinên kursiyer ziyaret kirine û ji wan re gotin “Me 350 TL ji bo we razandiye, ger hûn me hilbijêrin, dê dewama wê jî were.” Ozguneş bal kişand ser zextên heyî jî û wiha bilêv kir: “Polîs wesayîtên servîsê yên ji bo HDP’ê dixetin tehdît dikin. Cezayên cuda wan dibirin. Ji cerdevanan re gotin ku ‘hûn berpirsê dengê 5 cerdanan bînin e. Hûnê li ser sindoqê wêneyê cerdevanan bikişînin û encamên wan jî bînin nîşanî me bidin.’ Bi taybetî jinan bi girtinê tehdît dikin.”    Ozguneş, da zanînk u rewşa navdan Şirnexê jî ji ya navçeya Elkê ne çûdatire û wiha rêz kir: “AKP’ê ji bo hemû mîtîng û vekirinên buroyan, biryara memûr divê beşdar bibin girtiye. Dîsan namzetê AKP’ê Mehmet Yarka jî, li saziyên fermî û dibistanan geriyaye û propagande kiriye.”    BANG LI GELÊ ŞIRNEXÊ KIR   Ozguneş, anî ziman ku ligel hemû zextan jî gelê Şirnexê dê xwedî nasnameya xwe derkeve û ev bang kir: “Gelê Şirnexê, gelekê birûmet. Dê di 31’ê Adarê de bersiva pêwîst bide wan. Gelê me dê li dijî van hîleyan, tu carî serî netewîne. Ji bo vê divê hemû gelê me biçin deng bidin. Ji bo em bi hevre hişmendiya qeyûman a li ser vê axa pîroz bavêjin, di bajarê xwe de dengê xwe bidin.”    Ozguneş, herî dawî broşurên propagandeya AKP’ê yên wêneyên zarokên hin kesên HDP’î jî li ser heyîn ên ji aliyê amîrên îdarî ve li Elkê hatine belavkirin nîşan dan.