Li Dihê û Şaxê 9 kes hatin binçavkirin 2019-03-26 11:34:20   WAN/SÊRT - Di serdegirtinên malan ên navçeya Şaxê de 7 kesên dinav de HDP’î jî hebûn hatin binçavkirin. Li navçeya Dihê ya Sêrtê jî 2 kes hetin binçavkirin.   Li navçeya Şax a Wanê, di serdegirtina malban de rêvebera HDP’ê ya Şaxê Senar Balka, namzeta HDP’ê ya endam meclîsa şeredariyê Meran Kaplan, Nîhat Babûr, Attar Ertaş, Rakîp Babûr, Abdurrahman Semo û Alî Buge hatin binçavkirin. 7 kesên hatin binçavkirin birin Fermandariya Leşkerî ya Navçeyê.    LI DIHÊ JÎ 2 KES HATIN BINÇAVKIRIN    Polîsan di saetên serê sibê de li navçeya Dihê ya Sêrtê bi ser hin malan de girtin. Polîsan piştî lêgerîna malan Mizbag Yildiz û Cengîz Guneş binçavkirin. Her du kesên hinceta binçavkirin wan nehat zanîn, birin Midûriyeta Polîsan a Dihê.    Hat diyar kirin ku polîsan bi ser mala Hevşaredara DBP’ê ya Dihê Eda Kîlîs a qeyûm tayînê cihê wê hat kirin de jî girtine, lê ji ber ku Kîlîs ne li malê bû, nehat binçavkirin.