Karabay ê hat berdan li malê çalakiya xwe dewam dike 2019-03-26 10:43:54   ÎZMÎR – Ferdî Karabay ê di 22’ê adarê de ji Girtîgeha Kiriklarê hat berdan li malê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê didomîne.    Ferdî Karabay ê li Girtîgeha Jimara 1’an a Tîpa F ya Kiriklara Îzmîrê girtîbû di 1’ê adarê de li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiribû. Karabay ê di 9’ê adara 2018’an de bi îdaya “Endamê rêxistinê ye” hatibû girtin di 22’ê adarê de ji girtîgehê hat berdan. Karabay ê hat berdan li malê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê li mala xwe berdewam dike.    ‘GIRTÎGEH DIXWAZE ÎRADEYA GIRTIYAN BIŞKÎNE’    Karabay da zanîn ku heta daxwaza wan neyê qebûlkirin dê dawî li çalakiya xwe neynin û nêzî 6 kîlo zeîf bûye. Karabay anî ziman ku binpêkirina mafan herî di asta herî jor de diqewimin û got: “Piştî greva birçîbûnê her roj lêgerînên rûtin li qawîşan dihat kirin. Bi awayên kêfî ceza li hevalên me dihat birîn. Odeyên me serûbin dikirin. Dest danîn ser hemû eşyayên me yên taybet. Hemû radyo û pirtûkên me kom dikirin û dest danîn ser. Piştî 1’ê adarê jî bêyî tu hêcet nîşan bidin rojnameya Yenî Yaşamê nedan me. Bi awayên kêfî gellek girtî tên sirgûnkirin. Ji bo pêdiviya hevalan ava fêkiyan ya herî nebaş didan. Armanca rêveberiya girtîgehê ew e ku îrade û baweriya hevalên me bişkînin û pûç bikin.”    ‘LEYLA BÛ PÊŞENGA ME Û EM BI MORAL IN’    Karabay da zanîn ku ev berxwedana wan ne destpêk û ne jî wê dawî be û got: “Heta faşîzma AKP-MHP’ê hilneweşe wê têkoşîn û berxwedana me berdewam bike. Berxwedanek wiha ku bi pêşengiya hevalek jin dest pê kir ji bo me watedar e. Ez bav im û keçek min heye. Armanca van çalakiya me ji bo siberoja van zarokan e. Daxwaza Leylayan daxwaza gelê kurd e. Moralê min xurt e û ez bi bawerim. Wê serkeftin a me be.”    Li girtîgehan nêzî 7 hezar girtiyên siyasî yên ji doza PKK’ê û PAJK’ê di greva birçîbûnê ne. Li Girtîgeha Kiriklarê Abdullah Oral, Erdal Polat û Samî Ozturk ji 16 kanûnê vir ve di greva birçîbûnê de ne. Li heman girtîgehê ji 1’ê adarê şûn ve jî 9 girtî ketin greva birçîbûnê.