Bakkalci: Çareserî pir hêsan e, tecrîdê bi dawî bikin bes e 2019-03-26 10:37:34 ENQERE - Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê Metîn Bakalci, diyar kir ku pêkanînên tecrîdê nayên qebûlkirin û wiha got: "Bi rakirina tecrîdê dikarin rê li pêş mirinan bigirin. Çareserî ne pir zahmet e. Tecrîdê rakin bes e.  Tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a girankirî berdewam dike. Li dijî tecrîdê bi hezaran kes di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de nin. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven li tijî tecrîdkirina Rêberê PKK Abdullah Ocalan 139 rojin di grevê de ye. Bi hezaran girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bê dorveger de ne. Koma destpêkê ya girtîgehan 101 rojin di grevê de ye. Sekreterê Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiye (TÎHV) Metîn Bakalci, têkildarî çalakiyên li girtîgehê belav dibin û tecrîdkirina Ocalan axivî. Bakkalci, destnişan kir ku Tirkiye têkildarî grevên birçîbûnê xwedî tecrûbeyên bi êş in û wiha got: "Ez hem weki parazvanên mafên mirovan û hem jî wekî hekîmekî tu çalakiyên ku dawî li jiyana mirovan bîne erê nakin. Mesele ne erêkirin û redkirina çalakiyê ye. Mesele mirovên dikevin grevê ji xeynî bedena wan ku pê xwe bînin ziman û deng û daxwazên xwe belav bikin tune ye. Mirovên ku hemû amûrên ku daxwazên xwe bîne ziman ji destê wan tên girtin serî li vê rêbazê didin. Ji ber vê yekê divê wate bidin vê çalakiyê."     'TECRÎD NE ŞEXSÎ YE'   Bakkalci, destnişan kir ku daxwaza çalakgerên di grevê de ewe ku tecrîd bi dawî bibe ye û wiha axivî: "Tecrîd li dijî fîzîk, ruh û aliyê civakî ye. Tecrîd li ser kê dibe bila bibe nayê qebûlkirin. Ger ku têkiliyên mirov bi temamî ji cîhana derve qut bikin wê demê mirov ji mirovantiyê derdikeve. Rê li pêş xweavakirina mirov digirin. Li Tirkiye tecrîd tê wateya ku bi temamî têkilî ji derve kurkirin e. Ev yek zerarê dide mirovan. Li Tirkiye pirsgirêka tecrîdê ne meseleya girêdayî kesekî ye. Li tevahiya girtîgehan tecrîd heye. Cihê terîdê di hiqûqê de tune ye. Çareseriya ji bo kesên ketine grevê ne pir aloz û zahmet e. Tecrîd bila tune be bes e. Tecrîdê rakin qediya. Tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ji parêzeran ji Tîrmeha 2011'an heta niha didome. Ev yek di tu xalên hiqûq û qanûnan de tune ye. Tu kes nikare tecrîda 8 salan aşkere û rewa bike. Pir pêkan e ku Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtin bike. Ger ku tecrîd berdewam bike dê şensa ku civak bi hevre bijî jî ji holê rabe. Piştî 1'ê Adarê zêdeyî 5 hezar mirov di greva birçîbûnê de ne"      MÎNAKA 2012'AN HEYE   Balakci, bilêv kir ku ji bo tecrîdkirina Ocalan şermezar bikin 5 kesan dawî li jiyana xwe anî û wiha bi dawî kir: "Divê rê li pêş vê yekê bê girtin. Ji bo vê yekê jî divê tecrîd û îzolosyon bi dawî bibe. Mînaka 2012'an heye. Piştî çalakiyan hevdîtin hat kirin û di çileya 2013'an de pêvajoya çareseriyê dest pê kir. Bi tevahî civakê  bêhn stend. Lê mixabin di sala 2015’an de disa pêvajo xera bû. Mesele ne tenê meseleya girtîgehan e. Divê hemû civak bêhnek fireh bistîne. Em armanc dikin ku grevên birçîbûnê ji nêzîk ve û kêlî bi kêlî bişopînin. Hewldanên me yên ji bo hikûmet gavan bavêjin çêbûn. Lê mixabin me bersîvên erênî nesitend. Hevdîtinek bi rêk  û pêk a bi brokrasiyê re pêk nehat. Hêj heyetek serbixwe nikare biçe girtîgehan. Ev mesele ne pir zahmet e. Dikarin di saetekê de çareser bikin. Tecrîdê rakin bes e. Divê otorite û saziyên cemaweriyê û civak di nava fikaran de be û gavan bavêjin."    MA / Dîren Yurtsever