Girtî Alkan: Ne ji bo desteka me ji bo xwe li ber xwe bidin 2019-03-26 10:20:37   ENQERE – Cîhan Alkan ê 65 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye got: “Ez ji bilî serkeftinê cih nadin tu vebijêrkek din. Biryardariya min û hevalên min bi vî awayî ye. Daxwaza me ji gelê me, şoreşger û demokratan ne ji bo destekê bidin me, ji, bo xwe dê li ber xwe bidin.”    Girtî Cîhan Alkan li Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê 65 roj in ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye. Alkan nameyek şand û di nameye de qala greva birçîbûnê kir.    Peyama Alkan wiha ye:    “Ez, Mustafa Filîtoglu û Davût Barîn ji 21’ê Çile ve li Girtîgeha Eskîşehîrê di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne. Di vê pêvajoya çalakiyê ku îro em tê de ne yên xwediyê gotinê hevrê Leyla û hevrêyên dan pey wê ne. Ew bûn pêşengên me. Ez, hevrê Mustafa û Davut jî bûne şopdarên wan. Ev çalakiyek gellek watedar e.    JI BILÎ BERXWEDANÊ RÊYEK DIN NÎNE    Ez bi xwe re di nava şer de me. Jixwe min berê şerê xwe da. Min di hiş û hestên xwe de vê şerê îradeyê bi ser xist. Ez ji bilî serkeftinê cih nadin tu rêyek dinê. Biryardariya min û hevalên min bi vî awayî ye. Daxwaza me ji gelê me, şoreşger û demokratan ne ji bo destekê bidin me, ji, bo xwe dê li ber xwe bidin. Em hemû kesên li ber xwe didin silav dikin.”