Hakî Turgay: Me hêj nû dest bi berxwedanê kiriye Şahidê Zîndana Amedê: Ji bo girtiyan her saet girîng e 2019-03-26 09:45:12 MÊRDÎN – Hakî Turgay ê 26 roj in li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ye got: “Me hêj nû dest bi berxwedanê kiriye.” Bavê Turgay, Arîf Turgay jî got: “Her saet pirr girîng e. Ji bo çareseriyê divê demildest bikevin tevgerê.”  Girtî Hakî Turgay ji 1’ê Adarê ve li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê yê bêdawî û bêdorveger de ye. Turgay di 8’ê Adarê ji Girtîgeha Tîpa E ya Orduyê sewqî Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê kirin. Turgay çalakiya xwe li Girtîgeha Mêrdînê beredewam dike.    Turgay di 24’ê kanûna 2016’an de li Êlihê bi îdaya “Endamê rêxistinê ye” û “Li ser navê PKK’ê xebat kiriye” hat girtin. Der barê Turgay de 4 caran cezayê muebeta girankirî tê xwestin. Turgay herî dawî di 8’ê Adarê de derket pêşberî 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê. Turgay ji ber girtîgehê dest danîbû ser parastina wî parastina xwe nekir. Danişîna wî dê di 5’ê Nîsanê de bê dîtin. Hat zanîn kul i ser biryara girtiyên siyasî ku beriya niha bi demekê girtibûn dê Turgay di vê dîrokê de beşdarî danişînê.    PIRSGIRÊKÊN WÎ TENDURISTIYÊ HENE    Rêveberiya Girtîgeha Mêrdînê dixwaze bi îdaya “ewlehiya hepsê dixe talûkeyê” Turgay sewqî girtîgehek din bikin. Turgay beriya bê girtin ji ber kazaya trafîkê ku derbas kiribû birîndar bibû û ji ber wê birîndariyê bi pirsgirêkên tenduristiyê re rû bi rû ye. Turgay heta niha du caran ji çîma xwe emeliyat bûye û ji ber îltîhab girtiye divê carek din jî were emeliyat kirin. Hat zanîn ku emeliyata Turgay tê astengkirin.    ‘ME HÊJ NÛ DEST BI BERXWEDANÊ KIRIYE’    Turgay ê bi parêzerê xwe re hevdîtin pêk anî banga hesasiyetê li raya giştî kir û xwest ku her kes deng bide çalakiya wan. Turgay diyar kir ku heta daxwaza girtiyan bicih were dê çalakiya xwe dewam bikin û vê peyamdê da: “Me hêj nû dest bi berxwedanê kiriye.”    ‘HER SAET PIR GIRÎNG E’    Bavê Turgay, Arîf Turgay ku endamê Desteya Rêveberiya Komeleya Piştevanî û Lêklînê ya 78’an û Berdevkê Mêrdînê der barê çalakiya kurê xwe de axivî. Turgay ê ku di destpêka salên 1980’î de li Girtîgeha Amedê li Jimara 5’an şahidiyê kiriye banga xwedî derketina li çalakgerên gerêva birçîbûnê kir. Turgay da zanîn ku daxwaza çalakgerên greva birçîbûnê pirr zelal e û got: “Ev tecrîd ne însanî ye û ne jî qanûnî ye. Tirkiye bi vê tecrîdê makeqanûna xwe û qanûnên xwe ji holê radike. Mafê her girtiyek heye ku dikaribe bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne. Mafê wan ê name û faksan heye. Girtî dixwazin ev pêk were. Divê demildest daxwaza wan pêk were. Her saet pirr girîng e. Ji bo çareseriyê divê demildest bikevin tevgerê.”   MA / Ahmet Kanbal