‘Zarokên me dihelin, divê qanûn pêk bên' 2019-03-26 09:16:39   AMED - Ayşe Koyûn, dayika Agît Yildizê ku li Girtîgeha Tîpa D a Amedê ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye, bang li Wezareta Dadê kir ku li gor qanûnan tev biger û got: "Her diçe zarokên me dihelin. Divê dewlet rojek berî rojekê qanûnên xwe pêk bîne."    Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da destpêkirin di roja 139'an de didome. Bi heman daxwazê li girtîgehan jî çalakiya greva birçîbûnê ya 7hezar girtiyî didome. Yek ji girtiyên di greva birçîbûnê de jî Agît Yildizê 21 salî ye. Yildiz di sala 2016'an de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatiye girtin û 14 sal ceza lê hatiye birîn. Yildiz, li Girtîgeha Tîpa D a Amedê ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye.   Dayika wî Ayşe Koyûn, ji bo daxwaza çalakgeran bê qebûlkirin bang li Wezareta Dadê kir û ji bo êdî mirin çênebe demidlest divê daxwaza çalakgeran bê qebûlkirin.    Dayik Koyûn, anî ziman ku rewşa girtiyan di asteke krîtîk de ye û got: "Her diçe zarokên me dihelin. Divê dewlet rojek berî rojekê qanûnên xwe pêk bîne." Koyûn, diyar kir ku daxwaza wan jî ew e ku tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe û got: "Niha nan di qirika min de naçe. Xew bi çavê min nakeve. Zarokên me bi biryar in. Heta daxwaza wan neyê qebûlkirin wê çalakiya wan dewam bike. Em li cem zarokên xwe ne."    Dayık Koyûn bang li her kesî kir û got: "Zarokên me li ber çavên me dihelin. Rewşa wan nebaş e, ma em ê çawa baş bin. Divê dayik ji bo zarokên xwe rabin ser piya."