‘Ger bivê em ê bi malbatî jî têkevin greva birçîbûnê' 2019-03-26 09:16:02 SÊRT - Gulîstan teymûr, dayika Leyla Teymûr ku li Girtîgeha Jina ya Tarsûsê 71 roj in di greva birçîbûnê de ye, xwest kurd bibin yek û got: "Heke bivê em ê bi malbatî têkevin greva birçîbûnê."  Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da destpêkirin di roja 139'an de didome. Bi heman daxwazê li girtîgehan jî çalakiya greva birçîbûnê ya bi hezaran girtiyî didome. Yek ji girtiyên di greva birçîbûnê de jî Leyla Teymûr (25) e. Teymûr, bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatiye girtin û 9 sal û nîv ceza lê hatiye birîn û 3 sal in girtiye. Teymûr ji li Girtîgeha Jina ya Ratsûsê ji 15'ê Çileyê ve di greva birçîbûnê de ye.    ‘DIVÊ GELÊ KURD BIBE YEK'    Dayika wê Gulîstan Teymûr, destnîşan kir ku 71 roj in keça wê di greva birçîbûnê de ye û ew piştgiriyê didin daxwaza zarokên xwe. Teymû, diyar kir ku heke bivê ew ê bi malbatî jî têkevin greva birçîûnê û got: "Ez dayik im û dixwazim rojek berî rojekê aştî çêbibe. Divê gelê kurd bibe yek. Divêê gel xwedî li çalakiyên greva birçîbûnê derkeve. Divê gel tiştina bike. Heta tecrîd bi dawî nebe wê çalakiya wan dewam bike. Divê ev tecrîd bi dawî bibe. Kes tiştekî nabêje. Kî dibêje kurd im, misilman im tê girtin."    ‘TECRÎD BI DAWÎ BIBE WÊ AŞTÎ ÇÊBIBE'    Biryê Leyla Teymûr, Abdullah Teymûr (30) jî got: "Niha di serî de rewşa Leyla Guven û Nasir Yagiz û bi giştî rewşa hemû çalakgeran di asteke krîtîk de ye. Em dizanin eger tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd bi dawî bibe wê aştî bê Tirkiye û Kurdistanê."    ‘PÊŞEROJA GEL IN'    Teymur got: "Niha zarokên me di dest pergalê de ne. Daxwaza wan daxwaza me ye. Daxwaza wan daxwazeke mafdar e. Ne ji bo xwe ji bo pêşeroja gel û aştiyê di greva birçîbûnê de neç Heta tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd bi dawî nebe wê çalakî dewam bike. Em piştgiriyê didin wan."