Jinên Îdirê amadekariyên Newrozê dikin 2019-03-26 09:08:41 ÎDIR - Wê li Îdirê, di 29'ê Adarê de Newroz bê pîrozkirin. Jinên îdirî ji bi Newrozê dest bi dirûtina kofiyên bi navê dêre û mêzer kirin. Jinan, bilêv kir ku ew ê careke din qada Newrozê rengîn bikin û gotin: "Em ê îsal hem Newrozê hem jî 31'ê Adarê pîroz bikin."  Wê li Îdirê, di 29'ê Adarê de Newroz bê pîrozkirin. Li gundê Karakûyû yê Îdirê, jinan ji bo pîrozbahiya Newrozê dest bi dirûtina kofiyên xwe yên bi navê dêre û mêze kirin. Jinan, anî ziman ku ew ê îsal jî qada Newrozê rengîn bikin.    JI 4 PERÇEYAN PÊK TÊ    Hazal Çikmaz (60) ku kincan bi destan çêdike, diyar kir ku ev kofiyên bi morîkan tên çêkirin ji çanda êzidiyan e. Çikmaz, diyar kir ku di 10 saliya wê de dayika wê hînî wê kiriye û 40 sal in vî karî dike. Çikmaz, anî ziman ku ew kofiyekê di 10 rojan de çêdike. Çikmaz, bilêv kir ku dêre û mêzer ji 4 perçeyan pêk tên û heta 20 sal berê jî ev kinc ji dêvla bûkaniyê dihatin lixwekirin.    Çikmaz, diyar kir ku lê belê niha ev kinc tenê di rojên taybet de li xwe tên kirin û heta niha ji bo Newrozê gelek kesan sîparîş daye. Çikmaz, diyar kir ku wê li bajarê wan Newroz di 29'ê Adarê de bê pîrozkirin û got: "Em ê wê rojê hineyê li destê xwe bikin û dakevin qadan û govendê bigerînin. Wê her kes kincên rengo rengo li xwe bike. Wê îsal Newroz û hilbijartin bi hev re be. Em ê îsal Newroz û 31'ê Adarê bi hev re pîroz bikin."    'EM Ê LI QADA NEWROZÊ BIN'    Fatma Çikmaz ku kofiyan difiroşe, bilêv kir ku 30 sal in ew kofî, dêre û mêzeran çêdike û got: "Ji bo gelê Îdirê Newroz pir girîng e. Berê me beriya Newrozê bi çend hefteyan dest bi pîrozbahiyê dikir. Heta derengê şevê li dor agir me govend digeran. Jin, zarok û ciwan tev de tev li pîrozbahiyê dibûn. Me li quntarên Çiyayê Agiriyê jî pîroz dikir. Newroz ji bo me cejneke pir watedar e. Em ji niha ve bi heyecan li benda wê ne. Îsal wê ji ber hilbijarrtinê dereng bê pîrozkirin. Lê em ê hatina biharê pîroz bikin. Çimkî Newroz ji bo me cejna kêfxweşiyê ye."    Gulçîn Soyelemez jî anî ziman ku her sal ew dêre û mêzerên 40 sal berê diya wê çêkirine ji sindoqê derdixe û pê diçe Newrozê. Soylemez got: "Newroz, serîhildan e, kêfxweşî ye, coş e. Wateya van kincan jî ev e. Ev mîrate ji êzdatiyê maye. Em pê diçin Newrozê. Em ê Newroza îsal bi coşeke mezin pîroz bikin. Newroz, cejna hemû gela ye. Ji bo pîrozbahiya Newrozê em bang li her kesî dikin."    MA / Ayşe Surme