Ji Girtîgeha Kirikkaleyê rapora binpêkirina mafan 2017-11-10 10:51:28 ENQERE – Giriyên Girtîgeha Tîpa F a Kirikkale binpêkirinên mafan ên cotmehê kirin rapor.  Giriyên Girtîgeha Tîpa F a Kirikkale binpêkirinên mafan ên meha cotmehê kirin rapor. Girtiyê bi navê Raşît Dortyol di 1’ê mijdarê de name nivîsand û cih da rapora der barê binpêkirina mafan. Di nameye de binpêkirin wiha hatin rêzkirin:    “* Di navbera 2-3’ê cotmehê û 23-24’ê cotmehê de di bin navê hevdîtina vekirî de di 16’ê cotmehê de bi ser qawîşin ve girtin mafê me yê sohbetê ansteng kirin.    * Di meha cotmehê de mafê 50 saetan ê sohbet 35 saet jê hat astengkirin û tenê me 15 saet mafê xwe bikaranî.    * Lêgerînên di bin navê ewlehiyê de veguheriye kêfiyetê. Di 2, 13 û 18’ê cotmehê de lêgerîna bi serdegirtin pêk hat. Di 4 û 16’ê cotmehê de lêgerîna giştî pêk hat. Di van serdegirtinan de dest danîn ser 5 pirtûkan.    * Raşît Dortyol di 24’ê cotmehê de wefata dayika xwe hîn bû û destûr nedan biçe merasîma cenazeyê dayika xwe.    * Mehmet Bildircan di 24’ê cotmehê de sewqî Polîklîniga Diran hat kirin lê bes kelepçe spartin. Bildircan ji ber ku kelepçeyê red kir ji qata 3’an a Polîklînîgê bi kelepçeya wî girtin bi erdê re heta ber rîngê kaş kirin. Di her du zendên destên wî de birîn çêbûn û li ser çavê wî şopên derbkirinê pêk hatin.    * Kamareyan li hemû baniyên hucreyan û cihên bêhnvedanê hatin bicihkirin. Di bin navê ewlehiyê de qadên jiyana me ya taybet tên şopandin.    * Daxwaznameyên em dinivîsînin pişt guh dikin.    * Sewqên me yên nexweşxaneyan pêk nayên û mafê me yê tenduristiyê tê xespkirin.    * Li gel hewa sar bûye jî kalorîferan pênaxin û îşkenceya sermaye li sedan mirova dikin.    * Mafê me yên parastinê tên astengkirin û cezayên dîsîplînê tên erêkirin.”    Em der barê angaştên girtiyan nivîsandine de li rêveberiya girtîgehê geriyan. Lê gotin ku ew nikarin der barê mijdarê de agahî bidin.