Cenazeyê Çinar nadin malbatê: Polîsan mudaxileyî koma li ber morgê kir 2019-03-25 14:27:09   MÊRDÎN - Cenzeyê Medya Çinar a li Girtigeha Tîpa E ya Mêrdînê bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bike çalakî pêk anî û jiyana xwe ji dest da, nadin malbatê. Polîsan mudaxileyî koma li ber morgê kom bibûn kirin.    Cenazeyê Medya Çinar (24) a li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dawî li jiyana xwe anî, dê ji Morga Saziya Tipa Edli ya Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê bê girtin û bibin navçeya Qoser a Mêrdînê. Cenazeyê Çinar hîna jî nadin malbat û xizmên wên li ber morgê kom bûyîn. Şandeyek din av de Parlementerên HDP’ê Tûma Çelîk, Pero Dundar û  Ebrû Gunay jî heyîn li ber morgê radiwestin.    Li bendê ye ku malbat cezayê Çinar ji morgê bigire û bibe li goristina gundê Margik a navçeya Qoserê defin bike. Bi dehan maşîneyên zirxî û polîs li ber morgê radiwestiyane û îdîa kirin ku serdozger dê cenazeyê Çinar teslîmî malbatê bike. Lê piştî vê polîsan malbata Çinar û şandeya HDP’ê ji ber morgê dûr kirin. Polîsên ku li ber morgê, bi mertalên xwe barîkan avakirin kirin, destûr nadin ku kes nêzî morgê bibe.    POLÎSAN MUDAXILE KIR    Polîsan îdîakirin ku malbatê nexwestiye kes beşdarî cenaze bibe û gotin heta qelebalix belav nebe ewê cenaze nedin malbatê. Polîsan hewl da bi zorê girseyê belav bike, lê girsiyê li ser vê yekê dirûşmeya “Şehîd namirin” berz kirin. Polîsan li ser vê yekê mudaxileyî girseyê kirin. Polîsan bi lêdanê 3 kes binçavkirin û nîqaş dinavbera polîs û parlementeran de derket.    Polîsan dîsan gotin heta qelebalix belav nebe ewê cenaze nedin malbatê.