HDP ji bo belavokên korsan daxuyanî da 2019-03-25 13:04:16   ENQERE – HDP’ê ragihand ku li ser navê partiya wan belavokên korsan hatine belavkirin û got: “Divê welatiyên me li dijî vê bêehlaqiya siyasî û provokasyonê aqlê selîm tevbigerin.”    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hesabê medya xwe ya civakî de ragihand kul i ser navê partiya wan li hin bajar û navçeyan belavokên korsan hatine belavkirin. HDP’ê diyar kir ku bi belavkirina belavokan xwestine provokasyn derkeve holê û got: “Dîtin ku derew, tehdît û sinevîzyon bi kêrî tiştekî nayê niha jî rabûne li ser navê partiya me belavokên KORSAN belav dikin û dixwazin provokasyonan biafirînin. Ev belavoka KORSAN nîşaneya dê di 31’ê Adarê de winda bikin e. Divê welatiyên me li dijî vê bêehlaqiya siyasî û provokasyonê aqlê selîm tevbigerin.”    Di belavokê de nivîsa “Ev serhildanek gel e” û remza HDP, CHP, Partiya ÎYÎ û Partiya Saadetê li ser belavokê cih digirin.