Medya Çinar a çalakî pêk anî, ji doza Nisêbînê girtî dihat darizandin 2019-03-25 12:55:34   MÊRDÎN - Medya Çinar a li Girtigeha Tîpa E ya Mêrdînê bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bike çalakî pêk anî û jiyana xwe ji dest da, ji doza Nisêbîne dihat darizandin.  Li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê girtiya jin Medya Çinar li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dawî li jiyana xwe anî. Hat zanîn ku Medya Çinar ji doza Nisêbînê tê darizandin û ji bo tevlêbûna danişînê,  ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê anîne Mêrdînê.  Hat diyar kirin ku Çinar di saetên serê sibê de çalakî pêk anîye û dawî li jiyana xwe anîye. Çinar di 31'ê Gulana 2016’an de ligel 42 kesan li navçeya Nisêbînê hatibû girtin. Her cara ku tev li danişê bû diyar kiribû ku rastî îşkencyea herî giran hatiye. Çinar di parastinê de gotibû "Ger ku îro li dijî vê zilmê têkoşîn nebûya dê îro dîsa heman tişt dubare bûbûya. Çinar, di danişîna dawî de tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan red kiribû û bi rêya SEGBİS'ê tev li danişînê nebûbû. Rawestina parlamenterên HDP'ê Pero Dundar û Tuma Çelik û rêveberên HDP'ê ya li ber Saziya Tipa Edlî ya Nexweşxaneya Mêrdînê didome.    Berê jî Zulküf Gezen bi heman armancê di 17'ê Adarê de li Girtîgeha tîpa F-2 a Tekîrdagê, Ayten Beçet di 23'ê Adarê de li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê, Zehra Saglam di 24'ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa T a Oltu  ya Erziromê çalakî pêk anîn û jiyana xwe ji dest dan.    Ugur Şakar ê li Krefeld a Almanya di 20'ê Sibatê de çalaki pêk anîbû di 22'ê Adarê de jiyana xwe ji dest dabû.