Girtiyên di greva birçîbûnê de: Hirsa me ya serkeftinê mezintir bûye 2019-03-25 12:41:35   ÎZMÎR - Girtiyên 100 rojin di greva birçîbûnê dene, bi navbeynkiriya malbatên xwe, diyar kirin ku dê bi tu awayî gavê paşve neavêjin û xwestin demildest tecrîd bê kirin.    Çalakiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven di roja 138’an de û ya girtiyên di 16’ê Kanûnê de li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest pê kirin, di roja 100’an de berdewam dikin. Çalakiyên grevên birçîbûnê di 1’ê Adarê de jî li tevahiya girtîgehan belav bû û biryardariyek mezin didomin.   Li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1 a Kiriklar a navçeya Bûca ya Îzmîrê, Samî Ozturk, Erdal Polat û Abdullah Oral di 16’ê Kanûna 2018’an dest bi greva birçîbûnê kiribûn, ev 100 rojin çalakiya wan didome. Bav Vesfî Ozêr ê di 18’ê Adarê de kurê xwe Savaş Ozer û hevalê wî Abdullah Oral ziyaret kirin, peyama girtiyan ragihand. Bav Ozer, diyar kir ku rojnameyan nadin girtiyan û wiha axivî: “Girtî rastî nêzîkatiyên keyfî yên rayedarên girtîhê tên. Di kantînê de xwê, lîmon û karbonat kêm kirine. Şehadeta Zulkuf Gezen bandorek mezin li ser girtiyan kiriye. Abdulah Oral ê 100 rojin di greva birçîbûnê deye, ji min re got ‘Em bi biryarin, emê dest ji têkoşîna xwe bernedin. Divêhemû gelê me bi hestiyar be û bila xwedî me derkevin. Me kîloyek pir cîdî daye. Serê me gêş dibe. Heta ku daxwazên me neyên qebûl kirin, emê çalakiya xwe bi dawî nekin.”    'MIDUR Û GARDIYAN LI PROVAKASYONA NE’   Malbatên girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Odemîş ên çûn hevdîtinê jî, tiştên ku girtiyên di grevên birçîbûnê de dijîn, vegotin. Malbatan, diyar kirin ku pirtûkên Kurdî nadin girtiyan û ev agahî dan: “Rayedarên girtîgehê dibin navê ‘Wergervan tuneye’ de pirtûkên Kurdî nade girtiyan. Dîsan kartên rêber û parlementerên HDP’ê şandibûn û daxwaznameyên girtiyan ji bo konsolosxaneyên Ewropa û Çînê nivîsandibûn, bi hinceta “Ewlekariya saziyê dixe talokê” dest danîn ser. Her serê sibê midurê girtîgehê Atîla Kûrû û gardiyan dikevin qawîşan ji girtiyan re dibêjin dest ji grevê berdin û bi vî awayî dixwazin provokasyonê derbixin. Di heman demê cezayê hevîtinê dane Ûgûr Çîçek, Mehmet Kaplan û Serhat Guzel ên ji 26’ê Kanûna 2018’an ve di grevên birçîbûnê dene û ev cezayê wan dê heta 21’ê Nîsanê berdewam bike.”   YAVÛZ: DÊ TECRÎD RABE    Ronî Yavûz ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 4 a Şakrana navçeya Alîaga girtiye û ji 23’yê Sibatê ve di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger deye jî, di hevdîtina telefonê ya 21’ê Adarê de bi malbata xwe re axivî û ev peyam da: “Çalakiya grevan birçîbûnê belav dibe. Me di vê oxirê de hevalê xwe Zulkuf Gezen winda kir. Windakirina wî bû sedem ku hirsa me ya serkeftinê mezintir bibe. Em amadene ku di vê oxirê de bedel bidin. Armanca me rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalane. Di vê rê de me şehadet dan. Gelê Kurd nikare bêyî Ocalan bijî. Ger Rêberê gelê dibin tecrîdê debe, ew gel jî dibin tecrîdê deye. Emê têkoşîna Mezlûm Dogan û Zulkuf Gezen a di oxira wê de canê xwe feda kirin, bigirin ser milê xwe û qezenc bikin. Divê dayikên me, jinên me û ciwanên me, mîna berxwedana girtîgehan, dengê xwe bilind bikin.”