Girtiyên li Odemîşê: Êdî veger tuneye, em banga piştevahiyê li hemû kesan dikin 2019-03-25 11:55:40 NAVEND NÛÇEYAN – Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa T a Odemîş, diyar kirin ku encama çalakiya wan dê ji bo desthilatdariyê pir giran be û gotin: “Di berxwedana me de, hevalên me canê xwe feda kirin. Êdî veger tuneye. Emê tecrîdê bişînin. Em banga piştevaniyê li hemû kesan dikin.”    Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven di roja 138’an de û ya 7 hezar girtiyên siyasî yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest pê kirin, bi biryardarî berdewam dikin. Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa T a Odemîş, bi navbeynkariya malbatên xwe daxuyanî dan û xwestin tecrîd demildest bi dawî bibe.    Girtiyan, diyar kirin ku ew dixwazin madeya qanûna hejmara 5275 bê bi cih anîn û wiha gotin: “Dewlet qanûnê xwe binpê dike. Hevalên me li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anîn. Çalakiya fedaî ya hevalên, nîşan da ku heta berxwedana me bi encam bibe, dê berdewam bikin. Em pir xemgînin, lê em li ser xwe ne. Çalakiya me dê bidome. Em bang li hemû kesan dikin ku li dora berxwederên grevên birçîbûnê bibin xelek.”    ‘ÊDÎ VEGER TUNEYE’   Girtiyan, da zanîn ku desthilatdarî grevên birçîbûnê ji nedîtî ve tê û ev peyam dan: “Hikûmet vê hesabê dengan dike. Dixwaze li ser vê yekê dengan qezenc bike. Lê ev hesabê wan dê vale derkeve û encama çalakiyên me jî dê ji bo desthilatdariyê pir giran be. Di berxwedana me de hevalên me canê xwe feda kirin. Êdî xwîn tevlî vî karî bûye. Êdî veger tuneye. Berî her tiştî em bang li gelê xwe dikin ku deng bidin berxwedana me. Emê tecrîdê bişînin. Em banga piştevaniyê li hemû kesan dikin.”   Girtî Ûgûr Çîçek, Mehmet Kaplan û Serhat Guzel ji 26’ê Kanûna 2018’an ve li Girtîgha Tîpa T a Odemîş di greva birçîbûnê dene. Di 1’ê Adarê de jî gelek girtî dest bi  çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribûn.