Namzetên Hevşaredariya Bedlîsê: Em xwedî li deng û sindoqan derkevin 2019-03-25 11:15:54   BEDLÎS – Namzetên HDP’ê yên Hevşaredariya Bedlîsê Zekiye Îlbasan û Faruk Îşlek banga xwedî derketina dengan li hilbijêran kirin û xwestin gelê Bedlîsê sindoqên xwe biparêzin.    Ji hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê re 6 roj man. Partiya Demorkatîk a Gelan (HDP) xebatên xwe bi leztir kir. Namzetên HDP’ê yên Hevşaredariya Bedlîsê Zekiye Îlbasan û Faruk Îşler bang li gel kirin ku dengên xwe bikar bînin û xwedî li deng û sindoqên xwe derkevin. Namzetên Hevşaredariyê gotin ku ew ê şaredariya ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin carek din bikin şaredariya gel û di pêvajoya xebatên hilbijartinê ce ji gel eleqeyek mezin dîtine û ev eleqe mizgîniya serkeftina wan e.    ‘NÊZÎKATIYA GEL HÊVÎ DIDE ME’    Zekiye Îlbasan anî ziman ku xebatek bênavber a hilbijartinê birêve birine û got: “Gelê Bedlîsê bi atmosferek germ li HDP’ê dinêhire. Eleqe û nêzîkatiya gel ji me re dibe moral. Em bi bawerin wê vê nêzîkatî û eleqeya gel xwe roja 31’ê Adarê jî di sindoqan de nîşan bide. Her roja ku diçe gel zext û tirsa li ser xwe dişkêne. Ev yek hêvî dide me. Em Bedlîsê ji nû ve bi dest bixin.”    ‘AKP’Î JI BO BERÎKA XWE DIXEBITIN’    Îlbasan diyar kir ku li gel Bedlîs navendek kevnare ye jî lê hêj ji avê bigire heta her cûre pirsgirêkên wê hene û tevî ku şaredariya AKP’ê bi salan ji aliyê AKP’ê ve hat birêvebirin jî ji tu pirsgirêkên Bedlîsê re çareserî nedîtine. Îlbasan got AKP’î ji bo berîkên xwe tije bikin tên serkar.    ‘WÊ EV HILBIJARTIN BIBE YA ME’    Îlbasan da zanîn ku AKP ji bo şaredariyê bi dest bixe li bajêr pereyan belav dike û got: “Heta dixwazin bila pereyan belav bikin lê dîsa jî em ê bi ser bikevin. Gel êdî bawerî bi pere û hîleyên wan nayne.” Îlbasan banga xwedî derketina dengan û sindoqan li gel kir û xestin her kes biçe dengê xwe bikar bîne û got: “Em dengê xwe ji bo şaredariyek demokratîk, azadîxwaz, aştîxwaz û hemû mafên civakê diparêze bikar bînin.”      ‘WADÊN BALAFIRGEHÊ DAN LÊ HÊJ OTOGAREK NÎNE’    Namzetê din Farûk Îşlek jî bi boneya salvegera wefata 59’emîn a Seîdê Kurdî bi bîranînê dest bi axaftina xwe kir. Îşlek behsa wadên AKP’ê kir û got: “Îktîdar ne wadan dide divê bike. Deh sal berê wadê balafirgehê dan Bedlîsê. Lê niha qonaxa em hatinê otogarek jî li bajêr nîne. Îro bajarê ku otogara wê nîne tenê Bedlîs e. Ji ber şerma vê jî divê ku AKP’î dernekevin nav gel. Li vir tenê fabrîkaya cixareyê hebû ew jî ji aliyê hikumeta AKP’ê ve hat girtin. Cotkarên titûnê mexdûr kirin û wan muhtacî nan kirin. Hêj şerm û fedî nakin hatine di nava gel de dengan dixwazin û wadan didin gel. AKP tenê bi wadan dikeve hilbijartinê. Qey tu yê bêjî yên 17 sal in welat birêve dibin ne ew in.”    ‘WERIN EM XWEDÎ LI ÎRADEYA XWE DERKEVIN’    Îşlek destnîşan kir ku gellek pirsgirêkên bajêr kronîk bûne û wiha got: “Hêj pirsgirêka ava vexwarinê heye. Pirsgirêka kanalizasyon, rê, qîrkirina rê heye. Tu pirsgirêkan çareser nekirine. Pirsgirêkek din jî heye qeyûm e. Gelê Bedlîsê li dijî Qeyûm bi bertek e. Beriya her tiştî qeyûm xespkirina îradeya gel e. Çimkî gel nikare biçe derdê xwe ji qeyûm re bêje. Gelê me rêveberiyek bi vî şiklî naxwaze. Pirsgirêkek din jî ew e ku Şaredariya Bedlîsê di bin deynan de hiştine. Bêyî ku tu projeyê pêk bînin şaredariyê ewqas xistine bin deyn. Di hemû îhaleyan de nelirêtî hat kirin. Hemû îhale û xizmetê dan çend kesên nêzî AKP’ê ku bi hişê bazirganan nêzî meseleyê dibin. Werin em van deyndaran û dizekan ji şaredariya xwe derbixin û şaredariya xwe paqij bikin. Em xwedî li vîna xwe derkevin.”    ‘EM XWEDÎ LI DENGAN DERKEVIN’    Îşlek banga xwedî derketina dengan li hilbijêran kir û got: “Werin em li dijî kesên vîna me xesp kirine dengên xwe biavêjin. Dengek ji bo me gellek girîng e. Em daxwaz dikin ku her kes dengê xwe bikar bîne û xwedî li dengên xwe derkevin. Her wiha em dixwazin her kes were bibe muşahît. Wê Bedlîs dîsa bibe ya me. Em ê hemû bi hev re vê serkeftinê pêk bînin. Em xwedî li Bedlîsê derkevin. Çimkî Bedlîs Ya Me Ye.”    MA / Selman Guzelyuz