Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsusê di bin avê de ma 2019-03-25 10:32:12   RIHA - Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê ku 17 meh berê li nava zeviya çandiniyê ava kirin, ji ber ku parzûnê avê çênekirin di bin avê de man.    Di çarçoveya plana çalakiyê ya Projeya Anadolu ya Guneydogu (GAP) de, piştî bi Kanala Avdaniya Pombay a Deşta Pirsûsê  av dan deşta Pirsûsê, nezla avê bilind bû. Ji ber ku pergala parzûna avê li bin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê ava nekirin, Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê di nava avê de ma. Nexweşxaneya Dewletletê ya Pirsûsê ku li ser zeviya çandiniyê ava kirin û di 16'ê Cotmeha 2017'an de li xizmetê vekirin, ji ber ava jêrzemînê bilind dibe bi hilweşînê re rû bi rû ye. Nexweşxaneya Dewletê ya 150 doşekî ku 2 sal berê li nêzî qanala avê ava kirin û bi 50 milyon tl bû mal, pixtî salekê xizmet da di bin avê de ma. Li gel jêrzemîna nexweşxaneyê ji bo înşaetê ne guncav bû jî Wekîlê AKP'ê Îbrahim Halil Yildiz destûr da ku li ser axa çandiniyê ava bikin. Ji ber li cihê guncav nehatiye avakirin bi rabûna nezla avê qada jêrzemînê di nava avê de ma. Ji ber jêrzemîn di bin avê de ma, morga nexweşxaneyê jî betal bû. Rayedarên nexweşxaneyê niha bi  3 xortûman avê tahliye dikin. Ajansa Mezopotamya (MA) dîmenên ku dema avê tahiye dike kişand û belge kir ku çawa nexweşxane di bin avê de maye. Welatiyen Pirsûsê diyar kirin ku nexweşxane bi talûkeya hilweşinê re rû bi rû ye û wiha gotin: "Divê demek berî demekê tedbîr bên girtin. Nexweşên li nexweşxaneyê bi felareket mezin re rû bi rû ne. Ji ber ku salek e di vî halî de ye pir talûkeye ku xizmetê dide.