‘Çûyîna hilbijêrên me ya ser sindoqan asteng dikin’ 2019-03-25 09:12:40   AMED – Rêveberê HDP’a Amedê Edîp Bînbîr diyar kir ku biryara veguhestina bi hêceta “ewlehiyê” ya sindoqên hilbijartinê yên li Pîran û Hênê rastiyê nade nîşandan û got: “Dixwazin hilbijêr neçin dengê xwe bikar neynin. Dixwazin bi vî şiklî bi HDP’ê bidin windakirin.”    Walîtiya Amedê di 22’ê Sibatê de bi hêceta “ewlehiyê” ferman da û Lîjneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) jî di 5’ê Adarê de bi biryara hejmara 2019/1366 li 7 navçeyên Amedê 15 hezar û 885 hilbijêrên girêdayî sindoqên hilbijartinê cihê wan guhert. Rêveberê HDP’a Amedê Edîp Bînbîr armanca Walîtiyê û YSK’ê nirxand û got armanca wan ew e li cihê HDP bi ser dikeve bi HDP’ê bidin windakirin.    ‘SINDOQÊN HATINE VEGUHESTIN ÊN HDP’Ê NE’    Bînbîr biryara Lîjneya Hilbijartinê ya Pîranê rexne kir û got: “Di van sindoqên hatin veguhestin de ji sedî 80 û 85 rêjeya dengên HDP’ê derdikevin. Dixwazin di van sindoqan de bi HDP’ê bidin windakirin. Van biryaran bi hêceta ewlehiyê nehatine girtin. Armanca wan zelal e.”    Bînbîr anî ziman ku biryara Lîjneya Hilbijartina Hênê tevî ku ji aliyê nûner^ne partiyên siyasî ve hat redkirin jî li ser daxwaza Fermandariya Cendermeyan a Navçeyê biryar ji aliyê Serokê Lîjneya Hilbijartinê û karmendên endam ve hatiye girtin.    ‘BI HÎLEYAN DIXWAZIN SERKEFTINA HDP’Ê TÊK BIBIN’    Bînbîr anî ziman ku mesele esasî di vir de derdê Lîjneya Hilbijartina navçeyan ne ewlehiye û got: “Dixwazin bi dek û dolaban yanî bi hîleyan çarenûsa hilbijartinê biguherînin. Dixwazin li pêşiya serkeftina HDP’ê bibin asteng. Dixwazin çûyîna hilbijêrên me ya sindoqan asteng bikin. Ew çi dikin bila bikin em ê hilbijêrên xwe bibin ser sindoqan û hewl bidin ku dengê xwe bikar bînin. Êdî me fêrî van hîle û xurdeyên AKP’ê bûne û tecrûbeya me di vir de heye.”    MA / Ozgur Paksoy