Parêzer Uysal: Di mehekê de 4 dadgerên li Îmraliyê dinêhirin guherîn 2019-03-25 09:11:59 AMED – Parêzera Ocalan Newroz Uysal diyar kir ku tecrîdkirina Ocalan hatiye astek ku êdî nayê dewamkirin û got: “Tecrîd bi hiqûqî nayê dewamkirin. Ji bo em neçin gravê di mehekê de 4 dadger hatin guhertin.”  Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Newroz Uysal bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û astengkirina çûyîna parêzeran a Îmraliyê. Uysal anî ziman ku ji 5’ê Nîsanê vir ve pêvajoya herî xeternak li Grava Îmraliyê diqewime û di heman demê de 3 girtiyên din jî ku li cem Ocalan tên ragirtin tên tecrîdkirin. Uysal bi bîr xist ku piştî hewla darbeya 15’ê Tîrmehê pêkanînên li Girava Îmraliyê guherîne û got: “AKP bi tarzê totalîtera xwe ya heyî guhertina siyaseta xwe û hiqûqê didomîne. Mînaka vê bêhiqûqiya her şênber jî li Girtîgeha Îmraliyê ye.”    ‘RASTIYA VEDIŞÊRIN’    Uysal diyar kir ku hêceta redkirina serlêdanên piştî 21’ê tîrmeha 2016’an hat guhertin û got: “Kirasê hiqûqê li rastiyê dikin. Dewlet bi navbeynkariya hiqûqê guhertinên rêbazî pêk tîne, ev li holê ye. Bi biryarên Dadgeha Înfazê daxwaza me tê redkirin. Piştî pêvajoya OHAL’ê pêvajoya cezayê dîsîplînê dest pê kir. Bi tecrîda heyî re hevdîtina malbat, parêzer, wasî, ragihandin asteng dike. Bi qedexekirina hevdîtina ji 3 mehan 6 mehan cezayê dîsîplînê dide.”    ‘PÊVAJOYEK BÊHIQÛQÎ DEST PÊ KIR’    Uysal da zanîn ku 1’emîn Dadgeha Înfaza Bursayê cara 4’emîn qedexeya hevdîtina malbat û parêzeran a 6 mehan anî halê rûtîn û got: “Em hêcetên cezayên dîspîlînê didin nizanin. Astengkirin û qedexekirina hevdîtinan destpêkirina pêvajoyan dij hiqûqî ye. Em bi pêvajoyek nû ya dij hiqûqî re hevrû mane. Di biryara herî dawî de dan dîsa hevdîtina parêzeran hat qedexekirin.”    TIRKIYE Û EWRÛPA BÊDENG IN    Uysal destnîşan kir ku Wezareta Dadê li dijî daxwaza çalakgerên greva birçîbûnê û serlêdanên wan bêdengiya xwe diparêz e û ew tu tevgerek li gel Wezareta Dadê nabînin. Uysal got li gel bêdengiya rayedar û saziyên Tirkiyeyê, bêdengiya CPT, Parlamentoya Ewrûpayê (PE) û Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê (DMME) a li dijî tecrîdê û pergala li Îmraliyê berdewam dike. Uysal bêdengiya li dijî grevên birçîbûnê û astengkirina çuyîna Îmraliyê rexne kir û divê ev bêdengî xera bibe.     ‘TECRÎD BI POLÎTÎK Û HIQÛQÎ NAYÊ DEWAM KIRIN’    Uysal diyar kir ku tecrîdkirina Ocalan hatiye astek ku êdî nayê dewamkirin û got: “Tecrîd bi hiqûqî nayê dewamkirin. Ji bo em neçin gravê di mehekê de 4 dadger hatin guhertin. Her wiha her dadgerek tê guhertin berevajî biryar dide. Tecrîd tenê ne hiqîqî êdî bi awayek polîtîk jî nayê dewamkirin. Em banga xwe dubare nû dikin divê hemû biryarên polîtîk bên dîtin û gavên pêwîst yên ji bo hevdîtina li Îmraliyê bên avêtin.”    MA / Ozgur Paksoy