Malbatên Şirnexî: Dema dor tê me çareseriyê nabînin gelo? 2019-03-25 09:11:14 ŞIRNEX – Malbatên Şirnexî yên zarokên wan di greva birçîbûnê de ne gotin: “Dilê me dişewite. Tenê dema dor tê ser me çareseriyê nabînin gelo? Di vê dinyayê de tenê çareserî ji bo me nîne.” Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û bi hezaran girtî ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berdewam dike. Ji ber daxwaza girtiyan nayê qebûlkirin êdî agahiyên mirinê jî ji girtîgehan tê. Zulkuf Gezen, Ayten Beçet û Zehra Saglam li girtîgehan li dijî tecrîdkirina Ocalan dawî li jiyana xwe anîn.     Piştî agahiya mirinan ji girtîgehan hat malbatên Şirnexê yên zarokên wan di greva birçîbhûnê de gotin “Dilê me dişewite” û banga qebûlkirina daxwaza girtiyan kirin.    ‘EM AZADIYA SEROKÊ XWE DIXWAZIN’    Dayika Mehmet Ernar ê li Girtîgeh Xarpêtê ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye Mîrarî Ernar diyar kir ku ew li pey daxwaza zarokên xwe ne û got: “Tecrîdkirina ser serokê me nayê qebûlkirin. Em aştiyê dixwazin. Em dixwazin serokê me êdî azad bibe. Em dixwazin zarokên me azad bibin û aramî were welatê me. Em ê bi ser bikevin.”    ‘ÇARESERÎ TENÊ JI BO ME NÎNE?’    Dayika Kumru Tokay (28) a Girtîgeha Tîpa E ya Amedê Ayşe Tokay da zanîn ku keça wê ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye û got: “Em bi telefonê bi hev re axivîn. Keça min got ‘Dayê em jî bo rakirian tecrîdkirina serokatiya xwe di greva birçîbûnê de ne.’ Em li pey daxwaza Leylayan in. Em dixwazin niha aştî pêk were. Heta tecrîd rabe wê di greva birçîbûnê de bin. Em banga xwedî derketinê li her kesî dikin. Bi hezaran însan bedena xwe dane ber mirinê. Em bang li Ewrûpayê dikin bila ji van qewimandinan re bêdeng nemînin. Tenê dema dor tê ser me çareseriyê nabînin gelo? Di vê dinyayê de tenê çareserî ji bo me nîne. Em dayik in. Em dixwazin tecrîda li ser Kurdistanê bê rakirin.”    ‘DIVÊ EM TECRÎDÊ BIŞIKÎNIN’    Dayika Ferhat Ergîn ê li Girtîgeha Tîpa E ya Meletiyê girtî ne Zeynep Ergîn jî anî ziman ku tecrîd tenê ne li Îmraliyê li ser hemû gelê kurd pêk tê û got: “Lawê min her li min digere dibêje ‘xwedî li çalakiya me derkevin.’ Em dixwazin ev tecrîd bê şikandin. Ez bang li gelê kurd dikim; Divê ji bo Serokatiya me her kes rabe ser biya û pêwiste em vê tecrîdê bişikînin.”    ‘BILA EV ZILM BI DAWÎ BIBE’    Dayika Ayfer Başlik a li Girtîgeha Bayburtê Zekiye Başlik jî diyar kir ku ji bol i girtîgehan mirinên din neqewimin bang li her kesî kir û got: “Dilê me dişewite. Bila welatên Ewrûpa dengê me bibîhîzin. Bila êdî çareseriyekê pêk bê. Bila ev zilm bi dawî bibe. Em dixwazin edalet pêk were.”