ROJEVA 25'Ê ADARÊ YA NAVENDA NÛÇEYAN 2019-03-25 09:00:45 * Parêzera Ocalan Newroz Uysal diyar kir ku tecrîdkirina Ocalan hatiye astek ku êdî nayê dewamkirin û got: “Tecrîd bi hiqûqî nayê dewamkirin. Ji bo em neçin gravê di mehekê de 4 dadger hatin guhertin.”  * Namzetên HDP’ê yên Hevşaredariya Îdirê Eylem Çelîk û Yaşar Akkuş banga beşdariya mitînga xwe ya fînalê kirin û gotin: “Nîşandana vîna gelan a di 29’ê Adarê de wê bibe mizgîniya 1’ê Nîsanê.”    * Li gorî daneyên Şaxa ÎHD’ê ya Antalyayê li Girtîgeha Tîpa L a Alanyayê 5 jê jin 20 girtî di greva birçîbûnê de ne. ÎHD’ê diyar kir ku vîtamîna B nadin jinan û kontrola tenduristiya girtiyên mêr nayê kirin.    * Mehmet Beşîr Varol ê ku fermana kuştina Midurê Emniyeta Amedê Gaffar Okkan da û 18 sal û 9 meh ceza lê hat birîn di çarçoveya “çareseriya dostane” de hat berdan.   * Endamê DÎK’ê Naîf Erdem revandina cenazeyan wek “zilmê” nirxand û got: “Kesên merasîma cenaze asteng dikin ji Îslamê dûr bûne. Tu hukmê mirî nîne, divê rêz bê girtin.”     * Malbatên Şirnexî yên zarokên wan di greva birçîbûnê de ne gotin: “Dilê me dişewite. Tenê dema dor tê ser me çareseriyê nabînin gelo? Di vê dinyayê de tenê çareserî ji bo me nîne.”   * Rêveberê HDP’a Amedê Edîp Bînbîr diyar kir ku biryara veguhestina bi hêceta “ewlehiyê” ya sindoqên hilbijartinê yên li Pîran û Hênê rastiyê nade nîşandan û got: “Dixwazin hilbijêr neçin dengê xwe bikar neynin. Dixwazin bi vî şiklî bi HDP’ê bidin windakirin.”    * 6'emîn danîşan doza Rojnameger Ziya Ataman ê li gel nexweş e jî 35 meh in nayê berdan û di greva birçîbûnê de ye, dê sibê li 1'emîn  Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê bê dîtin.    * Hevala Ayten Beçeta ya kawîşê Fatma Yurek, diyar kir ku Ayten bi ruhê azadiyê tev digeriya û xeyala wê her dem dixwest bibe wekî Sema Yuce û bibe dîrok.    * Kovara “Folklora Me” ya ku folklora kurdan digîhîne mala xwîneran roja Newrozê dest bi weşana xwe kir. Edîtorê kovarê Eşref Keydanî got ji bo folklora kurdan neyê ji bîr kirin ew vê kovarê diweşînin û folklora kurdan wek  deryayek pênase kir.    * Li Navçeya Gimgimê ya Mûşê bi beşdariya Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan û Hevberdevka HDK’ê û Parlamenera HDP’ê ya Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyigît mitînga hilbijartina xwecihê dê bê lidarxistin. (10.00)   * Li gellek bajar û navçeyan dê namzetên HDP’ê yên hevşaredariyan xebatên hilbijartina xwecihî birêve bibin. (11.00-17.00)   * Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê dê têkildarî grevên birçîbûnê û pêvajoya dawî li Şaxa Jimara 1’an a Egîtîm Senê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.30)   * Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di çarçoveya xebatên hiblijartina xwecihî de dê beşdarî mitînga Çewligê bibe. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî jî dê beşdarî hevdîtinên gel ên li Edene û Mêrsînê bibe. (13.00-20.00)