Şirnexî qereqolan naxwazin! 2017-11-10 09:41:31 ŞIRNEX – Piştî qedexeyê li gelek deverên Şirnexê gelek qereqol û qaleqol hatin çêkirin. Gel naxwaze li nêzî malên wan qereqol bên çêkirin û bertek nîşanî çêkirina qereqolan dan.  Li Şirnexê, piştî qedexeya derketina derve ya di navbera 16’ê Adar û 14’ê Mijdara 2016’an de hat îlankirin, bi hezaran mal hatin rûxandin. Li bajêr li hêlekê avahiyên TOK’iyê li hêlekê jî qereqol û qaleqol tên çêkirin. Heta niha li navenda bajêr 5 qereqol hatine çêkirin. Her wiha li noqteyên venêrînê yên li têketin û derketina bajêr jî dest bi çêkirina qereqolan hat kirin.    GEL DIXWAZE JI DÊVLA QEREQOLAN OCAXÊN TENDURISTIYÊ BÊN VEKIRIN    Li ser riyên Qileban û Cizîrê yên ber bi bajêr ve jî qûleyên çavdêriyê yên gelekî bilind hatine çêkirin. Li gel vê li Kuçeya Huzûrê ya Taxa Dîcleyê li ser erdê xezîneyê amadekariyên qereqolekê tên kirin. Şêniyên taxê li hemberî çêkirina van qerqolên ku li nêzî malên wan tên çêkirin bertekan nîşan didin. Welatiyan xwest ji dêvla qereqolan bila dibistan û ocaxên tenduristiyê bên vekirin.    DAXWAZNAMEYA ÎTIRAZA HAT DAYÎN    Hin welatiyan ji bo rawestandina çêkirina qereqolan daxwazaname dan walîtiyê. Welatiyan dest nîşan kir ku hîn jî bersiva daxwazanmeyên wan nehatiye dayîn.