Temellî bang li wezîrê dadê kir: Gunehê van di situyê we de ye 2019-03-24 18:10:15 DERSÎM -  Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sazaî Temellî, li Qada Seyît Riza ya Dersimê tev li mîtîngê bû. Temellî hîtabî hezaran kir û bal kişand ser çalakgerên ku tecrîd şermezar kirin û jiyana xwe dest dan û wiha got:  "Gunehê van kesên jiyana xwe ji dest da di stuyê we de ye. Wezîrê Dadê 137 rojin sûc dike. Em naxwazin hevalekî me jî jiyana xwe ji dest bidin."   Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezai Temelli, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de piştî Bajaroka Akpazar a Dersîmê derbasî Dersîmê bû. Temellî li Dersîmê tev li mîtîngê bû. Dema Heyeta HDP'ê derbasî Dersimê bû, karwana wan gelek caran ji aliyê polîsan ve hat rawestandin. Karwana ji sedan maşîneyan pêk dihat, piştî ket nava bajar gel silav kirin. Piştî karwana HDP'ê gihişt Qada Seyit Riza bi coşek gelek mezin hat pêşwazîkirin. Li gel Temellî, nunerên HDP, KCD, HDK, DBP, ESP, EMEP, Partizan, DDKD û rêxistinên civakî jî amade bûn û gel silav kirin. Bi hezaran welatiyên Dersîmê tevî berfa zêde bi alên HDP'ê qada mîtîngê neqişandin û bi rengan xemilandin. Dema Temelî gihişt qadê girsa di bin berfê de sekinîbû bi yek dengî dirûşmeya "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" û "Leyla Guven rûmeta me ye" berz kirin. Ewil Namzetên Yekîtiya Hêza Şoreşger derketin ser otobusê û gel silav kirin. Girsê pankarta mezin a "Dersim ya mao" vekir û bersîv dan namzetan. Namzetê Yekîtiya Hêza Şoreşger ê Dersimê Hidir Demîr, "Dikarin sefera Dersîmê bikin, lê tu car nikarin bi ser bikevin. Em dê şaredariyê bi meclîsa gel û vîna gel bi rêve bibin. Gelê Dersîmê dê di 31'ê Adarê de vîn û hêza xwe nîşan bide."   Namzeta Yekîtiya Hêza Şoreşger Nurşat Yeşil jî  Hevşaredarên Dersimê Nurhayat Altun û Mehmet Ali Bul ên qeyûm tayînî şûna wan kirin û niha girtî ne silav kir û got: "Dersim ya mao".    Piştre komên muzîkê derketin ser dikê. Piştre nûnerê Partizan Yusuf Topçu jî diyar kir ku axa Dersimê pir zilm dîtiye û divê êdî xwe ji vê zilmê rizgar bike. Wekîlê Serokê Giştî yê ESP Şahin Tumuklu jî wiha got: "Ger ku em li hemberî zilma qeyûm bêdeng bimînin şerm e. Em wekî Yekîtiya Hêzea Şoreşger dê dawî li vê hişmendiyê bînin. Di 31'ê Adarê de teqez em ê bi ser bikevin." Cîgîrê Serokê Giştî yê EMEP'ê Mehmet Turkmen jî bang li Gelê Dersîmê kir û xwezt hemû gelê Dersîme li dijî qeyûman hêza xwe bike yek û di 31'ê Adarê de bersîvek baş bidin.   'JI NIHA DE SEREKFTINA WE PÎROZ DIKIM'    Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan jî bi hezaran kesên li dijî tecrîdê ketine greva birçîbûnê silav kir û wiha got: "Em dixwazin di mîtînga piştî hilbijartina 31'ê Adarê ya serkeftinê de bi axivin. Em dê di hilbijartinê de bersîvek baş bidin. Em ji niha de serkeftina we pîroz dikin."    Hevberdevka HDK'ê Gulustan Kiliç Koçyîgît ji hezaran kes silav kir û wiha got: "Ev der warê Seyit Riza ye. Li vir dikarin derkefin seferê, lê nikarin bi ser bikevin. Ev der Dersîm e. Qeyûm tayîn kirin û vîna gelê vir tune hesibandin. Her roj ziman, çand û nasnameya me tune dikin û înkar dikin. Xwestin Dersimê teslîm bigirin. Lê em şopa kesên serî didin û sur nadin didomînin."    'WEZÎRÊ DADÊ 137 ROJIN SÛC DIKE'   Herî dawî Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî jî diyar kir ku wî Hevşaredarên Dersimê Nurhayat Altun û Mehmet Ali Bul û Şaredara berê Edibe Şahin li girtîgehê ziyaret kirine û silavên wan anîne. Temellî, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê jî û wiha got: "Hevseroka KCD'ê 137 rojin di grevê de ye. Em hewl didin deng tev li dengê berxwedana wê bikin. Li vî welatî hiqûq nemaye. Siyaseta demokratîk tar û mar bûye. Bê edaletî belav bûye. Yên hêza xwe ji tecrîda mutlaq digirin, xwestin vî welatî bi tecrîdê bi rêve bibin. Xwestin îktîdara xwe bi tecridê bidominin. Lê polîtikaya tecrîdê ev welat têk bir. Ji ber vê yekê em dibêjin dawî li vê tecrîdê bînin. Demek berî demekê bila parêzer û malbat bi rêk û pêk biçin bi Birêz Ocalan re hevdîtin pêk bînin. Berpirsiyarê van mirinan Wezîrê Dadê ye. Guhenê van kesan di situyê wezîrê dade de ye. Wezîrê Dadê yê vî welatî 137 rojin sûc dike. Êdî divê her kes deng bidin dengê çalakgerên di grevê de. Em carek din bang li wezîrê dadê dikin. Bila êdî kes jiyana xwe ji dest nede. Lê 3 hevalên me jiyana xwe ji dest dan. Demek berî demekê gav bavêjin. Mirinê nekin amûrê hilbijartinê." Bi hezaran axaftina Temllî bi dirûşmeya "Şehit namirin" qut kir.    Temelli, anî ziman ku îktîdar li şûna pirsgirêkên civakê guhdar bike her tim civakê perçe dike û berberiyê dixe nava civakê û wiha bi dawî kiriye: "Îktîdar hatiye vî halîe ku ji bo 20 milyon mirovên vî welatîe dibêjin biçehime biçin. Em naçir tu deran. Di 31'ê Adarêde hûnê biçin. HDP ne terorîst e. Wekî Dersimê li hemû Tirkiye mirovan mil daye hev."    Temellî, bal kişand ser pankarta "Yê Mao" ya HDP'ê ji û wiha bi dawî kir: "Wekî ku Maovani tiştekî xerab e nîşan didin. Di jiyana xwe de pirtûk nexwendine. Nasname û zimanê me înkar dikin û bê şert dibêjin 'Em dengê birayên xwe yên kurd dixwazin'. Em jî dibêjin ji Kurdan deng ji were tune. Em bawer dikin ku yek deng dê reng û ruyê Tirkiye biguherîne. Em dê bi ser bikevin. Teqez em ê bi ser bikevin. Dersim Yê Mao."      Piştî axaftina Temellî Koma Vardiya stran got û mitîng bi stranan bi dawi bû.