Nesrîn Nas tecrîda li Îmraliyê nirxand: Dîwarê nebaweriyê tê lêkirin 2017-11-10 09:39:19 STENBOL – Seroka Giştî ya ANAP’ê ya berê Nesrîn Nas, têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan axivî û wiha got: “Girseyeke ku aqûbeta kesekî wî rêberê xwe qebûl dike meraq dike û heke ji vê nebawer be, ev yek di nav aliyan de dîwarê nebaweriyê lêdike.”  Seroka Giştî ya ANAP’ê ya bere Prof. Dr. Nesrîn Nas, tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nirxand. Nas wiha got: “Me di dema hevdîtinên aştiyê de dît. Ocalan roleke zaf girîng lîst. Bi taybetî jî nexşeya wî ya rê ku di çarçoveyeke demokratîk de hatibû xêzkirin di dema hevdîtinên aştiyê de bandorker û diyarker bû.”    Nas, dest nîşan kir ku divê îktîdar bi awayekî aşkere û bi hemû wêrekiya xwe pirsgirêka kurd deyne ser maseyê. Nas got ku heta pirsgirêka kurd çareser nebe, dê Tirkiye bi pêş ve gav neavêje. Nas ev tişt gotin: “Wesfa demokrasiyê ya Tirkiyeyê, piralîbûna wê, têkiliyên wê yên bi cîhanê re hemû têkildarî vê meseleyê ne. Ji ber vê divê ev mesele bi awayekî baş esas bê girtin.” Nas, diyar kir ku ji roja ku Ocalan radestî Tirkiyeyê hatiye kirin rêgeha pirsgirêka kurd ber bi hêleke din ve guheriye.    Nas, diyar kir ku di rewşa heyî de di warê pirsgirêka kurd de Tirkiye careke din ber bi wê noqteya ku mirov jê ditirse çûye. Nas wiha domand: “Pêvajoya aştiyê ya neserketî, bi xwe re pevçûn anîn. Wê demê jî me digot ‘teqez divê em vê yeke pêk bînin û bi ser kevin.’ Me texmîn dikir, heke bereksê wê çê bibe dê rewş ber bi hêleke zaf xerab ve biçe. Niha em di siyaseta kurd de û di jiyana gele herêmê de encamên wê dibînin. Bi hezaran mirov ji mal û milkên xwe bûn, bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest dan, zarok mehkûmî pêşerojeke nediyar hatin kirin û em bûne şahidê gelek cinayetên kiryar nediyar.”    'DEWLET OCALAN WEK AMÛREKÊ BI KAR TÎNE’    Nas, diyar kir ku dewlet Ocalan wek amûrekê bi kar tîne û dema bixwaze dijidîne û dema bixwaze jî sist dike û wiha got: “Girseyeke ku aqûbeta kesekî ku wek rêberê xwe dibîne meraq dike û heke ji vê nebawer be, ev yek di nav aliyan de dîwarê nebaweriyê lêdike.”    Nas wiha axivî: "Em baş dizanin ku bi awayekî zêde bandora Ocalan li ser civaka kurd heye. Ji ber vê, heke ji nû ve aşitiyek daniyanan ser maseyê, muhtemelen wê tewr û sekn cuda bûna.”    Nas, diyar kir ku li Rojhilat Navîn serdemeke çelqî heye û di vî warî de ji bo Tirkiyeyê endîşeyên wan hene. Nas, got ku heta pirsgirêkên li herêmê bi awayekî aştiyane çareser nebin, dê ev encam wehîmtir bibe. Nas wiha got: “Tekane tişta ku dê me ji şidetê xelas bike, li herêmê sekna me ya ji bo aştiyê ye. Ji bo vê yeke jî beriya her tiştî divê em û kurdên xwe li ser asasekî wekhev li hev bên.”