Di nava salekê de heman heyete du raporên cuda danê 2017-11-10 09:38:16 DÎLOK – Hasan Birdenê ku ji ber nexweşîna KOAH’ê ji sedî 80 rapora “nikare bixebite” ji bo wî hat dayîn û ji ber vê teqawid bû, piştî salekê şûnde heyeta tenduristiyê raporeke ji sedî 60 “dikare bixebite” da Birden û ji ber vê meaşê wî hat birîn.  Di sala 2014’an de ji ber nexweşîna KOAH’ê Saziya Ewlehiya Civakî (SGK) raporeke ji sedî 80 “nikare bixebite” da Hasan Bîrden û teqawîd bû. Lê belê piştî salekê şûnde ji ber rapora wî ya nehatiye rojanekirin meaşê wî hat birîn. Li ser vê yekê Bîrden ji bo rojanekirina raporê çû Nexweşxaneyê, lê belê heyeta tenduristiyê vê carê jî rapora ji sedî 60 dikare bixebite da Bîrden û meaşê wî yê SGK’ê bi temamî hat birin.    Bîrdenê 48 salî dest nîşan kir ku dema astim lê peyda bû, ji ber ku bi awayekî rêkûpêk tedawî nebûye nexweşîna wî veguheriye KOAH’ê. Bîrden diyar kir ku ji ber nexweşîna xwe ji kar hatiye derxistin û wiha got: “Ji bo bi awayekî malûlî teqawid bibim min rojên xwe yên sîgorteyê hesibandin. Sîgortaya min 3 sal û nîv hatibû razandin. Dema min ji bo teqawidbûnê serî lê da, gotin sê sal û nîv têrê nakin. Gotin heke tu leşkeriya xwe jî lê zede bikî tu yê bi awayekî malûlî emekdar bibî. Ji bo rojên min ên leşkeriyê lê zêde bibin pêdivî bi 8 hezarî hebû. Min ew jî deyn kir. Min pere razand. Dema min pere razand teqawidbûna min dest pê kir û tam salekê min meaşê xwe stend.”    HEYET HEMAN HEYET E, LÊ…   Bîrden, diyar kir ku salekê şûnde ew ji bo nexweşîna serê xwe çûye nexweşxaneyê û dema ew li nexweşxaneyê bû hevjîna wî xwestiye meşaê wî bikişîne, lê belê dema çûye dîtiye ku meaş nehatiye razandin. Bîrden, diyar kir ku hevjîna wî ji karmend pirsiye, karmend jî gotiye meaş hatiye birîn. Bîrden diyar kir ku paşê ew çûye SGK’ê û li meaşê xwe pirsiye û SGK jê re gotiye “rapora xwe ya bi halê rojenekîrî” bîne. Bîrden, got ku li ser vê ew ji bo raporê çûye nexweşxaneyê û dîsa ketiye heyetê û wiha got: “Cara ewil rapora ji sedî 80 ‘nikare bixebite’ dan min, lê belê cara duyem rapora ji sedî 60 dikare bixebite dan min.”    Bîrden, dest nîşan kir ku nexweşînên wî didomin û her diçe ûra di serî wî de mezin dibe. Bîrden wiha got: “Madem ez dikarim bixebitim, nexwe ji bo çi girêdayî amûra me. Hîn jî gelek dermanan bi kar tînim. Werin li halê min binerin, du gavan bi zor û heft bela dimeşim. Her diçe rewşa min girantir dibe. Di mêjiyê min de ûr çê dibe. Rewşa min nebaş e, nikarim debara xwe bikim. Bi saya hevalên xwe û cînarên xwe debara xwe dikim. 3 zarokên min hene, dudo jê diçin dibistanê. Wê hevalên min heta kengî alîkariya min bikin.”