Li Mûşê ji bo mîtînga fînalê bang hat kirin 2019-03-24 13:17:17   MÛŞ - Hevserokên HDP’ê yên Mûşê Ferhat Çaki û Mûhlîse Karaguzel, ji bo mîtînga fînalê ya di 27’ê Adarê de bê lidarxistin, bang tevlîbûn kirin.   Heverokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mûşê Ferhat Çaki û Muhlîse Karaguzel, ji bo mîtînga fînalê ya di 27’ê Adarê de bêlidarxistin, banga tevlîbûnê kirin. Mîtîng dê saet 13.00’an li qada bajêr bê lidarxistin. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP)  Mehmet Arslan, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulîstan Kiliç Koçyîgît, berdevkên KCD’ê, parlementerên HDP’ê û namzetên HDP’ê  yên Şaredariya Mûşê dê beşdarî mîtîngê bibin.   ‘GELÊ ME DÊ BERSIVA PÊWÎST BIDE’   Hevserokê Bajêr Ferhat Çaki, bal kişand ser hesasiyeta pêvajoyê û wiha got: “Em hêza xwe ji gel digirin. Em bi gelê xwe bi bawerin. Li ser navê mezinkirina têkoşîna demokrasiyê em hemû gelê xwe di 27’ê Adarê de vedixwînin mîtînga ku emê li dar bixin. Di 24’ê Hezîranê de, çawan ku me serkeftinek mezin bi dest xist, emê di 31’ê Adarê de jî heman serkeftinê bi dest bixin.”   ‘EM BI RENGÊN XWE BIHERIKIN QADAN’   Hevserok Mûhlîse Karaguzel jî, bang li jinan kir ku li dijî polîtîkayên desthilatdariyê yên dijminantiya jinan dike, kir û xwest beşdarî mîtîngê bibin. Karaguzel, da zanîn ku ew dixwazin jin beşdarî mîtînga li darbixin bibin û wiha got: “Em jin aştî, demokrasî û azadiyê diparêzin. Divê em li dijî polîtîkayên qirêş bi hemû rengên xwe, beşdarî mîtînga 27’ê Adarê bibin.”