Bi deh hezaran Stenbolî diherike qada Newrozê: Leyla Guven rûmeta me ye 2019-03-24 12:32:25   STENBOL - Bi deh hezaran Stenbolî diherikin qada Newrozê ya Bakirkoyê. Girseya dimeşin qadê dirûşmeya “Bijî berxwadana zindanan” û “Leyla Guven rûmeta me ye" berz  dikin. Pîrozbahiya Newrozê bi rêzgirtin û pêxistina Agirê Newrozê dest pê kir. Bi deh hezaran girseya ketin qadê bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” berz dikin.    Gelek partiyên siyasi li Qada Pazarê ya Bakirkoy a Stenbolê bi diruşmeya “Teqez em ê bi ser bikevin, tecridê bişkînin" Newrozê pîroz dikin. Di saetên serê sibê de gelê Stenbolê bi cilên xwe yên herêmî û neteweyî daketin kolanan û berê xwe dane qada Newrozê û diherikin qadê. Bi deh hezaran welatiyên ku diçin qada Newrozê dirûşmeyên “Teqez em ê bi ser bikevin, tecridê bişkînin" Newrozê pîroz dikin. Bi deh hezaran welatiyên ji bo derbasi qadê bibin li tenişta qadê sekinîn, piştî polîsan lêgerîna qadê kirin û welatî di nokteyên lêgerînê yên polîsan re derbas bûn ketin qadê. Komên ku piştî lêgerîna polîsan derbasî qadê bûn nîşaneyên serkeftinê bilind kirin û diruşmeyên “Teqez em ê bi ser bikevin, tecridê bişkînin" berz kirin. Welatiyên ku rêya Încirlî yametrobus û metro bikar anîn ji bi dirûşmeyên “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwadana zindanan” û “Leyla Guven rûmeta me ye" berz kirin û ketin hundirê qadê.    Polîsen ku li 3 nokteyan lêgerîn dikin destûr nadin ku welatî pankart, dowîz û amûrên cuda derbasî qadê bikin. Ciwanekî ku tîşortê Zulkuf Gezen yê ku tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan protesto kir û jiyana xwe ji dest da li xwe kiribû xwest têkeve qadê. Lê polîsan bi hinceta tîşortê wêneyê Zulkuf Gezen û nivîsa “Ez ê terîdê bişkînin Zulkuf Gezen” li xwe kiriye ciwan binçav kir.    TEVÎ HEMÛ ASTENGIYLAN BI DEH HEZARAN STENBLOLÎ KETIN QADÊ    Tevî hemû astengiyan bi deh hezaran derbasî qadê bûn û bi cilên xwe yên kesk, sor, zer, spî û rengên cuda qad xemilandin. Ji 7 salî heta 70 salî bi deh hezaran welatî derbasî qadê bû û herikîna qadê berdewam dike. Ji niha de bi hezaran li dora def û zurneyan govend gerandine û Newrozê pîroz dikin. Welatiyên ku ala HDP'ê li ba dikin qad geş kirine. Li ser dika Newrozê jî pankarta mezin a “Newroz pîroz be” hat daliqandin. Disa qad bi rengên kesk zor û zer xemilamdin. Bi deh hezaran girseya ketin qadê bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” berz dikin.    Bernameya Newrozê bi rêzgirtin û pêwistina Agirê Newrozê dest pê kir.