3 kes li Edenê hatin girtin 2019-03-24 11:53:56   EDENE - Ji 7 kesên, li Edenê di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin û sewqî dadgehê hatin kirin, 3 jê hatin girtin.   Li Edenê, polîsan di 20’ê Adarê de bi ser malan de girtin û 7 kes binçav kiribûn. 7 kesên li Miduriyeta Polîsan a Bajêr dihatin girtin, duh sewqî edliyê hatin kirin. 7 kesên îfade dan dozger, bi îdîayên “Endamtiya rêxistinê” û “Li ser navê rêxistin sûc kirin” bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Ceza Sûlhê hatin klirin. Dadgehê 4 kes bi şertê kontrola edelî berdan û kesên binavê B.U., S.Y. û M.Ç. bi heman îdîayan girtin.