Pîrozbahiya Newroza Bakirkoyê zû dest pê kir 2019-03-24 11:22:26   STENBOL - Pîrozbahiya Newroza Stenbolê ya bi dirûşmeya “Teqez em ê bi ser bikevin, tecrîdê bişkînin" ku li Bakirkoyê bê pîrozkirin zû dest pê kir. Di saetên serê sibê de welatî bi cilên xwe yên gelêrî û neteweyî ketin kolanan û diherikin qadê.    Gelek partiyên siyasi îro li Qada Pazarê ya Bakirkoy a Stenbolê bi diruşmeya “Teqez em ê bi ser bikevin, tecridê bişkînin" saet di 12.00’an de Newrozê pîroz bikin. Di saetên serê sibê de gelê Stenbolê bi cilên xwe yên herêmî û neteweyî daketin kolanan û berê xwe dane qada Newrozê û diherikin qadê. Girseya ku li qadê kom bûne li ber def û zurneyê govend gerandine û beriya pirozbahiyê dest pê kirin. Li bendê ye ku bi sed hezaran gelê Stenbolê li qada Pazarê ya Bakirkoyê bi coşek herî mezin Newrozê pîroz bikin.  Pîrozbahiya Newrozê wê saet di 12.00'an bi rêzgirtin û pêxistina agir dest pê bike.