Hevala Beçet a girtîgehê: Temenê wê biçûk bû lê îradeya wê xurt bû 2019-03-24 10:47:54 AMED – Meryem Soylu ya ku hevaltiyê bi Ayten Beçet a li dijî tecrîdkirina Ocalan dawî li jiyana xwe anî vegot. Soylu ji bo Beçet wiha got: “Temenê wê biçûk bû lê îradeya wê gelek xurt bû.”    Ayten Beçet duh li Girtîgeha Tîma M a Jinan li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dawî li jiyana xwe anî Meryem Soylu ya ku li heman girtîgehê bi Beçer ma behsa jiyana wê kir. Meryem Soylu ya li girtîgehê gellek nexweşînê wê hebûn piştî ku 9 sal û 6 meh cezayê xwe raza 3 meh berê gihîşt azadiya xwe. Soylu 5 sal li Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê ma.    ‘ÎRADEYA WÊ XURT BÛ’    Soylu da zanîn ku li qada hevpar a girtîgehê pirr bi hev re sohbet dikirin û got: “Temenê wê biçûk bû lê îradeya wê xurt bû. Min jê re jî digot di navbera temenê te û zanebûna te de gelek ferq heye. Di warê îrade, girêdan û biryardariyê de gelek xurt bû. Pirr girêdayî Ocalan bû. Digot ‘canek min heye ez wî jî fedayî vê têkoşînê bikim.”    ‘GELLEK HEVALÊN WÊ JIYANA XWE JI DEST DAN’    Soylu anî ziman ku Beçet li pevçûnên bajaran gellek hevalê wê jiyana xwe ji dest dane û di bin tesîra wan hevalê xwe de gellek mabû û got: “Wê demê di girtîgehê de bû û gellek bi hêrs bû. Hovîtiya li bajaran qebûl nedikir.”    ‘JI BO ZIMANÊ DAYIKÊ GELLEK KED DA’    Soylu destnîşan kir ku Ayten Beçet ji bo zimanê kurdî ketibû nava gellek hewldanên mezin û wiha got: “Di zîndanê de perwerdehiya bi kurdî dida. Hevalên nû dihatin girtin û bi kurdî nizanibû dersa kurdî dida wan. Ji bo zimanê kurmancî gellek ked dida.” Soylu got piştî Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê kir Ayten Beçet ji bo bikeve grevê gellek caran xwe pêşniyar kir lê wek refaketvan hat wezîfedarkirin.    ‘ROJEV OCALAN E’    Soylu bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê û got: “Yek mijara jinan heye we jî tecrîdkirina Ocalan e. Her car girêdana xwe tînin ziman. Jin ji bo tecrîdê bişikînin ji her cûre têkoşînê re amade ne.” Soylu bêdengiya civakê ya li dijî greva birçîbûnê û tecride rexne kir û got: “Xwezî ez ji zîndanê derketima. Li zîndanê ruhek fedekar heye. Divê ew ruh xwe li derve jî derxe holê. Dayikê me li ku ne? Êdî tiştek em winda bikin nîne. Xeta me ya sor serokatiya me ye. Dayikên zarokên wan jiyana xwe ji dest dane li ku ne? Her ku bêdengî dewam bike dê ji girtîgehan darbest derkevin. Divê jin û dayik vê bêdengiyê bişikînin.”    MA / Ozgur Paksoy – Mehmet Şah Oruç