YSK'ê li ser daxwaza cendirmeyan cihê sindoq guhert 2019-03-24 10:47:13   AMED - Li navçeya Hênê ya Amedê YSK'ê li ser daxwaza Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Hênê biryar da ku cihê sindoqan biguherîne. YSK, li ser daxwaza fermandariyê dê cihê 3 sindoqan biguherîne.    Lijneya Hilbijartina Bilind a Navçeya Hênê ya Amedê, li ser daxwaza Fermandariya Cendirmeyan a Hênê, biryar da ku cihê 3 sindoqên hilbijartinê biguherîne. YSK'a Hênê, bi daxwaza fermandariya cendirmeyan a Hênê ya bi dîroka 21'ê Adarê ya biryara hêjmar 2019/23'an û hêjmara zagona 2972'an bi hinceta gundên belavbûyî li gundekî kom bikin biryar da ku 3 sindoqan biguherîne. YSK'ê biryar da ku sindoqa hêjmar 1065 û 1066 yên li taxa Yukariturali bibin taxa Topçularê, dîsa sindoqa taxa Yayvanê ya bi hêjmar 1064  bibin taxa Sergene. Di nava taxa Yukaritural û û Topçularê de 8 kilometre, d8i nava taxa Yayvan û Sergenê de jî 9 kilometre mesafe heye.