Trûmp, Hêzên Sûriyeya Demokratîk pîroz kirin 2019-03-24 10:24:32   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê DYA Trûmp, piştî operasyonên li dijî DAIŞ’ê bi serkeftî bi encam bûn,  ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk, Koalîsyona Navneteweyî û hêzên Iraqê peyama pîrozbahiyê weşand.     Serokê DYA Donald Trûmp, serkeftina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), Koalîsyona Navneteweyî û hêzên Iraqê ya li dijî DAIŞ’ê pîroz kir.    Trûmp di peyama parvekir de wiha got: “Me bi muttefîkên xwe yên Hêzên Koalîsyona Navnewetewyî ku dinavê de Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hêzên ewlekariya Iraqê heyîn re, hemû herêmên dibin kontrola xelîfeta DAIŞ’ê de ji sedî sed rizger kir. Heya berî du salan jî, DAIŞ’ê li herêmeke berfireh a Îraq û Suriyeyê serwerdiya xwe didomand. Me herêmeke nêzî 20 hezar mîl berfireh ji DAIŞ’iyan paqij kir û bi mîlyonan mirov ji destê xelafetiyê rizgar kir.  DAIŞ’ê serê mirovan jê kirin, tacîz û tecawîzê zarokan kirin, jin û zarok kuştin û gelek çalakiyên hovane pêk anîn. Ez ji vê derê bangî ciwanên baweriya wan bi propagandeya DAIŞ’ê tên, dikim; ger hûn beşdarî wan bibin, hûnê bimirin. Li şûna ku hûn vê rêyê ji bo xwe hilbijêrin, li ser jiyane xweş bifikirin. Dibe ku carek din tirsonek derbikevin holê, lê hemû heza xwe winda kirin û bin ketin. Di têkoşîna DAIŞ’ê de emê tim saxlem bin. Li kî dera cîhanê dibe bila bibe emê li dijî DAIŞ’ê tim têbikoşin û berjewendiyên xwe biparêzin. Ji bo em terorîstên Îslama radîkak tek bibin, emê bi mutefîk û hevparên xwe re xebatên xwe berdewam bikin.”   QSD’ê duh di merasîma li Seha Omer Petrol a Baxozê pêk anî de, serketina xwe ya li dijî DAIŞ’ê îlan kir û diyar kir ku wan tevahiya axa Suriyeyê ji bin kontrola DAIŞ’ê rizgar kirine û xelîfeta DAIŞ’ê ya li ser axa Sûriyeyê têk çûye.