Namzetê Dihê: Emê li gelek qadan kooperatîfan ava bikin 2019-03-24 09:45:38   SÊRT - Namzetên HDP’ê yên Hevşaredarên Dihê Celîle Dundar Babaoglu û Mahfûz Atabay, bal kişandin ser binesaziya navçeyê û gotin: “Berî her tiştî emê van pirsgirêkan çareser bikin. Ji bo ku em bêkariya li navçeyê ji holê rakin, emê li gelek qadan atolye û kooeratîfan vekin.”    Namzetên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Hevşaredarên Dihê Celîle Dundar Babaoglû û Mahfûz Atabay, lezdan xebatên xwe yên hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê. Partiya Demokrasî û Aştiyê (BDP) di hilbijartina herêmî ya 2014’an de bi 2 hezar 89 dengan şaredarî qezenc kiribû. Di sala 2016’an de jî qeyûm tayînê şaredarîyê hatibû kirin. Di hilbijartina 31’ê Adarê de, li navçeyê dê 68 sindoq bên danîn, 9 hezar û 472 welatî dengên xwe bibin.    Namzetên HDP’ê yên Şaredariya Dihê Babaoglû û Atabay, derbarê projeyên xwe de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivîn.    Babaoglû, diyar kir ku pirsgirêkên cîdî yên binesaziya navçeyê hene û wiha axivî: “Berî her tiştî vê pirsgirêkê çareser bikin. Gel û esnaf ji qeyûm bi gazincin. Qeyûm hema beton rijandiye û parke sererast kirine. Ji 8 aliyan ve navenda sûkê girtiye. Esnaf bi tu awayî nikare amûrên xwe bi wesayîtan bibin nava sûkê. Dîsan çopê davêje ciheke nêzî gel. Emê van pirsgirêkan ji kokde çareser bikin.”    ‘EMÊ DERIYÊ XWE LI HEMÛ BAWERIYAN VEKIN’   Babaoglû, da zanîn ku ewê pêdiviyên civakî çareser bikin û wiha got: “Emê tu carî cudakariyê nekin navber gelan. Di 3 taxên navçeyê de emê cih bidin mûxtaran. Emê navendên baweriyê yên weke mizgeft û dêrê restore bikin. Li navçeyê emê deriyê xwe ji hemû baweriyan re vekin. Şerê heyî herê zêde bandorê li navçeya me dike.  Ji ber vê herî zêde ciwanên me mexdûr dibin û perwerdeyek têr û dije ji bo wan nayê dayîn. Ji ber polîtîkayên şer, ciwan neçar dimînin ku koçî metropolan bikin. Hewldidin gelê me bi birçîbûnê terbiye bikin. Ev polîtîka, polîtîkayên pişaftinê ne. Dixwazin mirovên ji ax û zimanê wê der bikin.”    ‘EM Ê ATOLYEYAN VEKIN’   Namzetê Hevşaredariyê Mahfûz Atabay jî, diyar kir ku ji sala 1926’an ve navçeya wan di statuya navçeyê deye û wiha axivî: “Ji bo ku em bêkariya heyî ji holê rakin, em ê atolyeyan vekin. Emê boriyên kanalîzasyonê, şebekeya avê û xetên binesaziyê ji hev cuda bikin. Em ê bi hilberînerên fistiq, sabûna kezwanê, şal û şapikan re kooperatîfan ava bikin.   CELÎLE DUNDAR BABAOGLÛ KIYE?   Babaoglu, di navçeya Dihê ya Sêrtê hatiye dine, dibistana destpêkê û ya navîn li Sêrtê temam kiriye. Babaoglu 3 zanîngeh qedandine, di Sendîkaya SES’ê ya girêdayî KESK’ê, dazî û dezgehên jinan de peywir girtiye. Babaoglu di sala 2016’an de ji beşa Teknîkî ya Anestezî ya Nexweşxaneya Welidandinê ya Amê hat îxraçkirin. Babaoglu dayika 2 zarokane û zewiciye.    MAHFÛZ ATABAY KIYE?   Atabay di sala 1963’yan de li Dihê hatiye dine û tim dinava tevgera siyaseta Kurd de cih girtiye. Atabay heta demekê Hevserokatiya HDP’ê ya Navçeyê jî kiriye. Dîsan heta demekê endamtiya meclîsa Şarederiya Dihê kiriye. Atabay bavê 4 zarokane û zewiciye.