Namzetên Êlihê: Hindik ma gel bigihê şaredariya xwe 2019-03-24 09:22:43   ÊLIH – Namzetên HDP'ê yên Şaredariya Êlihê Songul Korkmaz û Mehmet Demîr, diyar kirin ku hindik ma gel bihigêje şaredariya xwe. Namzetan, diyar kir ku ew ê tevî gel şaredariyê bi rê ve bibin.    Namzetên HDP'ê yên Şaredariya Êlihê Songul Korkmaz û Mehmet Demîr, bênavber dixebitin. Namzetan destnîşan kir ku ew ê şaredariyê tevî gel bi rê ve bibin.    VÎNA JINÊ    Namzet Songul Korkmaz, dyar kir ku ew ê şaredariyê bi feraseta jinê bi rê ve bibin û got: "Em nûnerên partiyeke ku hemû rengê jinê tê de heye. Pergala baviksalarî, perkaleke îktîdarxwaz û tekparêz e. Qeyûm û feraseta ku qeyûm tayînkiriye heman tişt e. Em ê vê ferasetê birûxînin."    ‘WÊN BI AWAYEKÎ AZAS TÊKEVIN ŞAREDARIYÊ'    Korkmaz, anî ziman ku wê projeyên wan der barê jinan de bin û got: "Niha jin nikarin bi rihetî biçin şaredariyê. Lê wexta em bên ser kar wê jin bi rihetî bikaribin biçin şaredariyê. Çimkî em bi feraseteke jinane tev digerin û wê xizmetê me jî di vî warî de bin. Em ê li Êlihê sepandina Jin Kartê pêk bînin û wê jin bêheq li wesayîtên nav bajêr siwar bibin."    GUNDÊ JIYANÊ YÊ JINAN    Korkmaz, diyar kir ku jina azad civaka azad e û got: "Qeyûm ji navê jinê jî nerihet dibe û navê kompleksa sporê ya jinan guherandiye. Em ê xizmetên wisa bikin ku jin bi rihetî bikaribin tev bigerin. Em ê ji bo îstihdamê tev bigerinç Em ê bi Gundê Jiyanê yê Jinan îstihdamê pêk bînin."    DEYNÊN ŞAREDARIYÊ    Namzet Mehmet Demîr jî, diyar kir ku di raporên Dîwana Muhasebatê jî derketine holê ku şaredarî hatiye talankirin û niha 130 miyon lîr edeynê şaredariyê heye. Demîr got: "Wexta em bên ser kar em ê gazî pişkînerên serbixwe bikin û em ê qelem bi qelem lêkolîn bikin û bi raya giştî re parve bikin. Dê wê çaxê rastî derkeve holê."    ‘EM Ê PROJEYA ÎSŞEHKIRINÊ TEMAM BIKIN'    Demîr, anî ziman ku ew ê plansaziya budçeyê bikin û tevî gel projeyên xwe pêk bînin û got: "Dibe ku karê me giran be, lê sermayeya me ya rasteqîn gel e. Em ê tevî gel hemû porjeyên xwe pêk bînin. Em ê bi gel re Çemê Îluhê îsleh bikin û projeyê temam bikin."   Demîr, diyar kir ku ew ê di 31'ê Adarê de tevî gel şaredariyê bi rê ve bibin û got: "Wê amadekariyên xwe yên çûyînê bikin. Bila çenteyê xwe ji niha ve amade bikin. Hindik ma gel bigihê şaredariya xwe. Lê bila kes berbayî tehaveta serketiê nekeve; çimkî peywira me ew e ku em sindoqan biparêzin. Em ê li Êlihê bi rêjeyeke reqorî bi ser bikevin."    MA / Metin Yoksu