Ciwanê ku polîsan nehişt têkeve qada Newrozê: Hatim derbkirin 2019-03-24 09:20:52   EDENE - Li Edeneyê, Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'a Edeneyê Bûrhan Erol, ji ber şal û şepik li xwe kirin polîsan nehişt têkeve qada Newrozê. Erol, diyar kir ku polîsan ew derb kiriye û got: "Nehesibandina çanda gelekî tê wateya nehesibandina wî gelî."    Li Edeneyê, di pîrozbahiya Newrozê de Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'a Edeneyê Bûrhan Erol hatbû binçavkirin. Erol, bilêv kir ku ji ber şal û şepik li xwe kiriye hatiye derbkirin.    NEHIŞTIN BIÇE QADÊ    Erol, li noqteya polîsan bi saetan hat sekinandin. Parlementerê HDP'ê yê Edeneyê Kemal Pekoz ket navberê, lê belê dîsa jî polîsan Erol binçav kir. Erol diyar kir ku polîsan jê re gotiye: "Heta tu van kincan ji xwe nekî tu nikarî têkevî qadê. Tu dikarî li derve van kincan li xwe bikî. Lê tu nikarî bi van kincan têkevî qadê." Erol, diyar kir ku ji ber wî bertek nîşan daye polîsan ew derb kiriye û got: "Parlementer, li walî geriya. Walîtiyê dest»r da, lê polîsan nehişt têkevim qadê."    Erol, diyar kir ku li qulûbeyê polîsan ser wî sehî kiriye û amîrekî TEM'ê jê re gotiye: "Ê molotof diavêtin me tu bûyî?" Erol, bilêv kir ku piştî çend saetan wî birine Midûriyeta Emniyeta Edeneyê, lê wî nexistine emniyetê û bi wesayîtekê ew gerandine û got: "Min nexistin hundurê avahiyê. Li têketina avahiyê hinekî dan sekinandin. Paşê min xistin wesayîtekê. Di wesayîtê de polîsan ji min re got 'Ev çî tu tînî serê me. Dirust be. Em ê jî i dirustî nêzî te bibin. Alîkariya me bike. Em ê jî alîkariya te bikin. Têkilya HDP'ê bi PKK'ê re heye? Ka bêje.' Paşê min li devereke nêzî 5 kîlometreyan dûrî mala me danîn û gotin 'Piştî vê saetê neçe. Jixwe heta tu biçî wê biqede. Û tu biçî jî wê nehêlin tu têkevî qadê.' Lê ez çûm qadê. Lê nehiştin."    Erol got: "Nehesibandina çanda gelekî tê wateya nehesibandina wî gelî. Divê em guh bidin dengê berxwedêran. Divê niha tu kes li mala xwe bi rihetî ranekeve. Em bibin yek. An jê em ê biçin yek bi yek."    MA / Hamdullah Kesen