Namzeta HDP'ê ya Meclîsa Şaredariya Sêrtê Şen a 19 salî: Kurd di zarokatiya xwe de siyasetê nas dikin 2019-03-24 09:17:15   SÊRT - Namzeta HDP'ê ya Meclîsa Şaredariya Sêrtê Zelal Şen a 19 salî diyar kir ku kurd di zarokatiya xwe de siyasetê nas dikin û got: "Divê ciwanên kurd berxwedana Leyla Guven bibînin û alaya di dest wê de bilind bikin."    Namzeta HDP'ê ya Meclîsa Şaredariya Sêrtê Zelal Şen 19 salî ye û niha ji bo ezmûnên zanîngehê dixebite.    ‘PARTIYA HERÎ PAQIJ HDP YE'    Şen, destnîşan kir ku kurd di zarokatiya xwe de siyasetê nas dikin û siyaset rastiya civaka kurd e. Şen, bilêv kir ku wekî Rojhilata Navîn li Kurdistanê jî tim şer heye û got: "Eger em qewimînên sedsala 21'an bînin ber çavan, tekane rê qada siyasetê ye. Di siyasetê de partiya herî paqij û mafdar HDP ye. Diviya em ciwan alaya di dest hevrêyên xwe de bigirin. Ev berpirsiyariyek e. Ez jî bi vî awayî tev geriyam û min xwes di vî warî de gavekê bavêjim."    ‘JI BO MIN SERBILINDÎ YE'   Şen, destnîşan kir ku divê ciwanên kurd berxwedana Leyla Guven bibînin û alaya di dest wê de bigirin û bilind bikin. Şen, bilêv kir ku ew ji bo Leylayan amade ye bi her awayş bitêkoşe û ji ber di nav vê têkoşînê de cih digire serbilind e. Şen got: "Di şexsê Leyla Guven de hemû hevalên di greva birçîbûnê de ne silav dikim û serkeftinê ji wan re dixwazim."    AZADIYA JINÊ    Şen got: "Di van şert û mercan de tevî hemû zor û zehmetiyan jî partiya herî zêde ji bo azadiya jinê têdikoşe û di vî warî de bi paş ve gav navêje HDP ye. Ji ber vê min xwest di bin banê HDP'ê de siyasetê bikim."