Helbestkar Dûman ê 25 sal in girtî: Heta tecrîd bidome çalakî jî dê bidomin 2019-03-24 09:15:23   WAN - Helbestkar Huseyîn Dûman ku 25 sal in girtiye, li Girtîgeha Tîpa T a Bûrhaniyeyê 66 roj in di greva birçîbûnê de ye got: "Heta tecrîd bi dawî nebe wê çalakiya me dewam bike."    Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin ji 8'ê Mijdara 2018'an ve didome. Bi heman daxwazê çalakiya greva birçîbûnê li girtîgehan jî didome. Yek ji girtiyên di greva birçîbûnê de jî helbestkar Huseyîn Dûman e. Dûman ku di sala 1995'an de hatiye girtin ji 18'ê Çileyê ve li Girtîgeha Tşpa T a Bûrhaniyeya Balikesîrê li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye.   Bi navê "Rêdil" pirtûkeke helbestan a Dûman heye. Dûman ji gundê Marûnîs ê Colemêrgê ye û 42 salî ye.    'HETA TECRÎD BI DAWÎ NEBE WÊ ÇALAKIYA ME DEWAM BIKE'    Hidir Dûman, birayê Huseyîn dûman, diyar kir ku di 19'ê Adarê de bi telefonê bi birayê xwe re axiviye û got, moralê wî pir baş bûye. Dûman, anî ziman ku birayê wî gotiye: "Heta tecrîd bi dawî nebe, wê çalakiya wan dewam bike." Dûman, bang li raya giştî û gelê kurd kir û got: "Em bibin dengê hevalên di greva birçîbûnê de. Em hêzê li hêza wan zêde bikin. Ji bo çareseriyê divê hikûmet daxwaza van hevaln qebûl bike. Bang li hemû kesên dibêjin em ehlên 'mafên mirovan e' dikim; em dengê xwe li vî dengî zêde bikin."    Dûman, bla kişand ser rewşa tenduristiya çalakgeran û bang li Wezareta Dadê kir: "Rojek berî rojekê dawî li vê tecrîdê bînin. Daxwaza me ew e ku siheta girtiyan baş bibe."    MA / Mujdat Can