Namzetên Dara Hênê: Em ê bixebitin, hilberînin û li hev par bikin 2019-03-24 09:13:40   ÇEWLIG – Namzetên HDP'ê yên Şaredariya Dara Hênê Şefîka Dogan û Sadûllah Urkun gotin: "Em ê bi hev re bixebitin, bi hev re hilberînin û bi hev re şaredariyê bi rê ve bibin."    Li Dara Hênê ya Çewligê, xebatên ji bo hilbijartina herêmî ya 31'ê Adarê bênavber didomin. Namzetên HDP'ê yên Şaredariya Dara Hênê Şefîka Dogan û Sadûllah Urkun gotin: "Em ê bi hev re bixebitin, bi hev re hilberînin û bi hev re şaredariyê bi rê ve bibin."    ‘EM Ê BI HEV RE BIXEBITIN, BI HEV RE BI RÊ VE BIBIN'    Namzet Şefîka Dogan, diyar kir ku wexta ew bi ser biekvin wê jin di tevahiya xebatên şaredariyê û projeyên wan de cih bigirin. Dogan got: "Em ê hewl bidin ku jin berên xwe li bazaran bifiroşin. Fabrîkayeke şîr heye, lê têr nake. Em ê yeke hîn mezin çêbikin. Divê jin xwe ji siyasetê dûr nexin, di nav siyasetê de cih bigirin. Divê em netirsinç Divê jin tenê bi karê malê re eleqedar nebin. Jinên Dara Hênê pir jîr in û xwedî vîn in. Lê belê heta niha kes wan nedîtiye. Em ê bi hev re bixebitin, bi hev re hilberînin, em ê bi hev re Dara Hênê bedew bikin."    ‘HEVŞAREDARA JIN WÊREKIYÊ LI CIVAKÊ PEYDA DIKE'    Dogan, anî ziman ku di dema xebatên hilbijartinê de ji bo wan eleqeyeke zêde heye û li Dara Hênê wê cara ewil hevşaredareke jin hebe û ew v jî wêrekiyê li civakê zêde dike. Dogan got: "Kesî ji bo me jinan tiştek wisa nekir. Bi salan e îktîdar Dara Hênê bi rê ve dibe. Lê tenê jin bi kar anîne. Mal bi mal bigerin doza dengan bikin. Tenê çend qurîş meaş dan. Lê di siyasetê de cih nedan me. Ji bo îktîdara xwe jin bi kar anîn. Lê HDP, li dijî vê cih dide jinê. Em hay ji vê nirxê hene û em ê xwedî li vê nirxê derkevi û tim behs bikin."    MARKETA GEL    Dogan, destnîşan kir ku wexta ew bi ser bikevin ew ê marketa gel vebikin û wê ev market li dijî marketên bi hev ve girêdayî bin û wê ji bo jinên Dara Hênê bibe qada xebatê. Dogan got: "Em ê bi hev re bixebitin, bi hev re hilberînin û bi hev re şaredariyê bi rê ve bibin."    ‘EM MIZGÎNIYA SERKETINÊ DIDIN'    Namzet Sadûllah Urkun jî diyar kir ku ew di pêvajoyeke zehmet re derbas dibin. Urkun, diyar kir ku ji ber jin ji jiyana civakiyî hatine qutkirin ev pêvajo zehmetir bûye û ji bo ew xwe bigihînin jinan mal bi mal, tax bi tax digerin. Urkun got: "Em dizanin em ê li Dara Hênê bi dengê jinan bi ser bikevin. AKP, di siyasetê de cih nade jinê, tenê ketiye pêyî rantê. Em ê vê xelekê bişikînin. Li navçeyê AKP'ê bi ferqeke mezin li pêş bû, lê em ê vê ferqê ji holê rakirin û em ê bi ser bikevin. Em ji niha ve mizginiyê didin partiya xwe û gelê xwe, em ê bi ser bikevin."    KOOPERATÎF    Urkun, destnîşan kir ku wê aborî bi rê veberiya herêmî xurtir bibe û got: "Di warê jeopolîtîkê de Dara Hênê xwedî avantaj e. Ji bo çandiniyê, ji bo sewalvaniyê guncan e. Em ê tevî gel kooperatîfan ava bikin. Bi vîa wayî wê derfetên kar zêde bibin û em ê ciwanan ji qehwexaneyan xelas bikin. Di warê çandî de jî em ê mihrîcanan li dar bixin. Eger em bi er bikevin, wê êdî kes nikaribe şaredariyê ji dest me bistîne. Heta kesên deng nadin me jî wê êdî deng bidin me."    BAZARA MASIYAN    Urkun got: "Ew ê bazara masiyan ava bikin. Mîhrîcanan li dar bixin. Em ê zarokên malbatên rewşa wan a aborî nebaş bidin xwendin. Eger di malbatekê de sê kes hebin, em ê ji wê malbatê zarokekî bidin xwendin. Li navenda Çewligê û navçeya Gêxiyê gaza xwezayî heye, lê em ê bînin Dara Hênê jî."    Urkun, destnîşan kir ku ew ê bi ser bikevin û got: "Wexta em şaredariyê bsitînin, em ê wek enqazekê bistînin. Em dizanin wê çi qas deyn dewrî me bê kirin. Pêşî em ê van deynan bi gel re parve bikin. Tenê em bi tiştekî nizanin, ew jî dizî û talankirin e. Em ê pêşî ji bo îstihdamê û ciwanan tev bigerin. Em ê bi wêrekiya hevşaredara me li Dara Hênê dawî li feraseta baviksalariyê bînin."    MA / Aydin Atay