Parêzer: Rewşa girtiyên di grevê de di asteke krîtîk de ye 2019-03-24 09:11:00   ÎZMÎR – Parêzerên OHD'î Meral Kaban û Şukran Ozturk destnîşan kirin ku piştî çalakiyên greva birçîbûnê, zext û zoriyên li girtîgehan zêde bûne û her wiha parêzeran got, girtiyên di greva birçîbûnê de pir zihîf bûne.    Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da destpêkirin di roja 137'an de didome. Bi heman daxwazê çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan jî didome.    Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Şukran Ozturk û Meral Kaban, der barê rewşa girtiyên li girtîgehên herêma Egeyê di greva birçîbûnê de axivîn.    ‘DI ASTEKE KRÎTÎK DE NE'    Parêzer Şukran Ozturk, diyar kir ku girtî pir zihîf bûne û bi taybetî jî girtiyên mêr zihîftir bûne. Ozturk, anî ziman ku girtiyên ji 16'ê Kanûna 2018'an ve di greva birçîbûnê de ne 14-16 kîlo zihîf bûne û heta niha bijîşk neçûne cem wan. Ozturk, bilêv kir ku tenê personelên tendyristiyê li tansiyona wan dinerin û got: "Li Girtîgeha Şakranê, muwekîlên min gotin ew nikarin pêdiviyên xwe hi kantînê peyda bikin û wexat dikirin jî bi awayekî sînordarkirî didin wan. Li hin qawîşan avê nadin. Li kantînê fiyetê karbonat, şekir, xwê û lîmonê du qat zêde kirine. Divê di nav rojê de li gorî bijîşk pêşniyar dikin, divê li gor hin pêvanina rojê hin av, şekir, lîmon û vîtamîn bên dayîn. Li girtiyên ewil ketine greva birçîbûnê gêjbûn, navêşî, verişandin û hewdç peyda bûne. Niha rewşa girtiyan di asta krîtîk de ye."    ‘BI DARÊ ZORÊ WÎ BIRIN DANIŞÎNÊ'    Ozturk, diyar kir ku li girtîgehan binpêkirinên mafan pir zêde bûne û zêdeirî mehekê ye rojname û radyyayn nadin girtiyan. Ozturkî anî ziman ku bi awayekî kêfî cezayê dîsîplînê ki girtiyan tê birîn û li Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa F a Kiriklarê 45 rojan refeqatvan nedane 3 girtiyên di greva birçîbûnê de. Ozturk, bilêv kir ku di roja 50'yî de refeqatvan dane û got: "Muwekîlek min heye. 27 roj in di greva birçîbûnê de ye. Ji ber di greva birçîbûnê de ye diyar kir ku ew ê tev li danişînê nebe. Lê belê cendirmeyan bi darê zorê ew anîn danişînê. Divê kesên di greva birçîbûnê de enerjiya xwe bi teserif bi kar bînin. Bi pêkanînên bi vî rengî tê xwestin ku girtî dev ji çalakiya xwe berdin. Muwekîlên min dibêjin personelên tendurstiyê ji wan re dibêjin 'Ev rojên ew yê baş in, 70 roj şûnde hûn ê xirabtir bibin. Hayê we ji we tune ye ku hûn çi ji xwe dikin.'"    Parêzer Meral Kaban jî, diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê rewşa Şemsettîn Erdem ku 88 roj in di greva birçîbûnê de ye xirab dibe. Parêzer Kaban, bilêv kir ku Erdem zêdetirî 10 kîloyan zihîf bûye. Kaban, diyar kir ku li Girtîgeha Manîsayê girtiyên di geva birçîbûnê de ji girtiyên din veqetiyane û got: "Ber çavê girtiyan pir zêde tarî dibe. Nikarin rakevin. Vîtamînên B bi awayekî kompleks tên dayîn. Girtî şekir, xwê, karbonat û lîmonê dixwazin lê belê li kantînê hemû tev li hev tên kirin û tên dayîn. Ji ber jimariya li ser piyan cezayê dîsîplînê li grtiyan tê birîn. Cezayê hucreyê li gelek girtiyan hatiye birîn. Ji ber zêdebûna cezayên hucreyê dibe ku înfaza wan bişewite."    ‘NEXWEŞÎNA WEREMÊ LÊ PEYdA BÛ'    Kaban, destnîşan kir ku li Girtîgeha Manîsayê girtiyê nexweş Ozgur Bektaşoglû ku ji sedî 52 berasteng e nexweşîna weremê jî lê peyda bûye û got: "Hatiye diyarkirin nexweşîna wî ne vegir e, lê belê dîsa jî dwî xistine karantînayê û paşê wî birin qawîşê. Divê demildest hin gav bên avêtin."    MA / Rûken Demir