Girtîgehê amûrên girtiyên di grevê de desteser kir 2019-03-24 09:08:41   MANÎSA –  Adem Bozkûrt ji Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê nameyek ji ÎHD'ê re şand û diyar kir ku îdareya girtîgehê dest daniye ser ketle, çay, şekir, xwê û ava fêkiyan ên girtiyên di greva birçîbûnê de.    Adem Bûzkûrt ku li Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye, tevî sê hevalên xwe nameyek nivîsand û ji Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê re şand. Di nameyê de bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehê.    ‘KARBONATÊ NADIN'    Bozkûrt, di nameya xwe de bi bîr xist ku ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abddullah Ocalan bi dawî bibe ketine greva birçîbûnê û heta daxwaza wan pêk neyê wê çalakiya wan dewam bike.    Bozkûrt, bilêv kir ku li heman girtîgehê Şemsettîn Erdem, Mûstafa Çaçûr, Arîf Sezgîn, Ozgur Çelîk û Ferhat Kûrt 85 roj in di greva birçîbûnê de ne û îdareya girtîhejê nahêle pêdiviyên xwe yên sereke jî bi cih bînin. Bozkûrt, di nameyê de anî ziman ku îdareya girtîgehê dest daniye ser ketle, çay, şekir, xwê û ava fêkiyan ên li qawîşê û got: "Bi vî awayî rojiya mirinê li hevalên me ferz dikin. Têkildarî mijarê hevalên me hevdîtin bi midûr û dozger re pêk anşn, lê belê encam neguherî û malzemeyên hatine desteserkirin nedan. Parlementera HDP'ê Serpîl Kemalbay serdana me kir û bi îdareyê re axivî. Lê belê dîsa jî tiştek neguherî. Bijîşkê revîrê xwest karbonatê bidin hevalê me Şemsettîn Erdem, lê belê îdareya girtîgehê nade û ev yek rewşa tenduristiya wî xirabtir dike."