Namzetê CHP'ê yê Yuregîrê: Divê gel firsendê nede kesên civakê perçe dike 2019-03-24 09:06:41   EDENE - Namzetê CHP'ê yê Şaredariya Yuregîrê Kamûran Karaca, anî ziman ku ew ê li dijî polîtîkaya berberîbûnê ya îktîdarê, bi awayekî aştîxwaz tev bigere û got: "Em ji nirxên welatê xwe hez dikin. Divê gelê me firsendê nede kesên ji bo parastina îktîdara xwe tev digerin û berberîbûnê dixin nav civakê."    Namzetê CHP'ê yê Şaredariya Yuregîr a Edeneyê Kamûran Karaca ku berê Serokê Giştî yê Egîtîm Senê bû, anî ziman ku ew li benda piştgiriya her kesî ye. Karaca, bilêv kir ku ji ber wî 25 salan li Yuregîrê mamsotetî kiriye bûye namzet. Karac, destnîşan kir ku niha navçe wekî gunda ye, lê belê wexta ew bên ser kar ew ê navçeyê biguherînin.    EM Ê XIZMETM BIKIN'    Karaca, destnîşan kir ku ew ê li Yuregîrê şaredarîvaniyeke civakiyî pêk bînin û ji bo rêgirtina li ber betalî û xizaniyê ew ê kooperatîfan ava bikin. Karaca, bilêv kir ku gelek pirsgirêkên Yuregîrê hene û ew dixwaze van pirsgirêkan çareser bike. Karaca, anî ziman ku di hemû platforman de ew behsa projeyên xwe dike û got: "Heta niha min çi soz dabe, min bi cih aniye. Ez ê di şaredarîvaniyê de jî sozên xwe bi cih bînim. Bila gel bi me bawer be, em ê xizmetê bikin."    Karaca, destnîşan kir ku pêkanînên antîdemokratîk ên AKP'ê li her derî ne û li Yuregîrê hemû afîş û pankartên wan hatine texrîbkirin.    'BERBAYÎ AKP'Ê NEKEVIN'    Karaca, diyar kir ku divê kes berbayî AKP'ê nekeve û got: "Em wekî her kesî ji welatê xwe hez dikin. Em ji nirxên welatê xwe hez dikin. Divê gelê me firsendê nede kesên ji bo parastina îktîdara xwe tev digerin û berberîbûnê dixin nav civakê."    Karaca, destnîşan kir ku ew li benda piştgiriya her kesî ye û got: "Bila destekê bidin me, da em jî alîkariya welatiyên xwe bikin. Em di 10 salan de Yregîrê veguherînin."    MA / Hamdullah Kesen