Keskîn: di cinayeta Sakçi de em behsa nîjadperestiyeke ketûberbûyî dikin 2019-03-24 09:04:47   STENBOL - Eren Keskîn, doza Kadrî Sakçi ku li Sakaryayê ji ber got "em kurd in" hat kuştin nirxand û got: "Malbata Sakçi, di danişînê de cara ewil axivî. Ji ber rêza me ji bo tirsa wan heye, em pir neaxivîn. Çi tiştekî êşbar e ku malbatek bi êrîşeke nîjadperest re rû bi rû dimîne û ji ber tirsê nikare baş dengê xwe bilind bike."    Di 16'ê Kanûna 2018'an de li navçeya Hendek a Sakaryayê ji ber gotin "em kurd in" Kadrî Sakçi (43) hatibû kuştin û kurê wî Bûrhan Sakçi jî birîndar bûbû. Danişîna ewil a dozê di 15'ê Adarê de li Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê a Sakaryayê pêk hat. Di danişînê de bersûc Hîkmet Ûstan got: "Ji baroyê parêzer ji min re got bêje 'Kadrî gotiye ez kurd im, ji tirkan hez nakim. Eger tu wisa bêjî wê cezayekî giran li te neyê birîn.' Bûrhan Sakçi jî got: "Dozger hat malê, îfadeya min girt. Piştî îfadeyê li kesekî geriya. Hin tişt li îfadeya min zêde kirin. Min xwest beyanên der barê sûriyeyîyan û kurdbûnê jî li îfadeya xwe zêde bikim. Lê dozger got 'hewce nake.'"    ‘EV NE CINAYETA SERXWEŞEKÎ YE'    Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn, dozê nirxand. Keskîn, bilêv kir ku berî ew biçin serdana malbatê Dozgeriya Sakaryayê bûye berevajî kiriye û daxuyandiye ku ev ne cinayeteke nîjadperestiyê ye, cinayeteke serxweşekî ye.    Keskîn, bilêv kir ku wexta ew çûn cem malbatê heyr mane û got: "Çimkî em pê hesiyan ji qedemeya herê jêr heta ya herî bilind rayedarên dewletê çûne cem malbatê. Ev bi me trajîkomîk hat. Ev tişt li me hasil bû. Dewlet, bi jîna cinayeta serxweşekî ev qasî eleqedar bûye. Her wiha piştî bûyerê demildest der barê dozê de biryara nepeniyê hatiye girtin û ev yek em hîn bêtir zelal kirin. Ev hemû jî nîşan didin ku ev ne cinayeta serxweşekî ye. Cinayeteke ku bi saîkên nîjadperestî hatiye kirin. Wexta me hevdîtin bi malbatê re pêk anî, ev yek li me peyda bû. Malbat ditirsiya. Zarokê birîndar bibûb jî ditirsiya. Ji ber zext û zoriyan nizanibû wê çawa biaxive. Me ji wan re got, em dikarin bibin parêzerê we. Ji ber zext û zoriyan nedihat bîra me ku wê wekaletê derxînin. Lê dotira rojê geriyan û gotin ew dixwazin wekaletê bidin."    Parêzer Eren Keskîn, destnîşan kir ku ew û Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) dozê dişopînin û got: "A rast ev doz nîşan dide ku nîjadperestiya ku bûye tiştekî ji rêjê bê çi qas talûke ye."    ‘GOTINE 'BÊJIN TIŞTEK NAY BÎRA MIN''   Keskîn, bilêv kir ku li danişînê bersûcekî ku bi talîmata "bêje tiştek nayê bîra min" hebû û got: "Carinan xwe şaş dike û hin cih tên bîra wî. Lê bi awayekî giştî der barê bûyerê de tu tiştek jî negot." Keskîn, destnîşan kir ku kurê bersûc ji ber taciza cinsî girtiye û gotiye roja bûyerê ew destûrdar bûye û got: "Ev kes di dema bûyerê de çeka kiryar ji destê kesê hewl dide bûyerê rawestîne digire û direve. Wexta dibîne nikare bigire, vê carê bi bav xwe û wî direvîne. Ev kesên sûcdar revandine li derve ne û azad in. ev tiştekî pir ecêb e."    ‘MALBAT TERKA CIHÊ XWE KIR'    Keskîn, destnîşan kir ku malbata terka Sakaryayê kiriye û got: "Malbat bi tirseke çawa rû bi rû ma ku terka cihê xwe bike."    ‘MALBAT AXIVÎ'    Keskîn, diyar kir ku polîtîkaya dewletê ew e ku ser bûyerê bigire. Keskîn, destnîşan kir ku dewlet ji hin kesan re dibêje "tu dikarî êrîşên wisa bikî" û li hin kesan jî tirsê empoze dike. Keskîn got: "Mesela malbata Sakçi heta demeke dirêj qet neaxivî. Di danişînê de cara ewil zarokê mexdûr axivî. Beriya danişînê qet nediaxivîn. Ji ber rêza me ji bo tirsa wan heye, em pir neaxivîn. Çi tiştekî êşbar e ku malbatek bi êrîşeke nîjadperest re rû bi rû dimîne û ji ber tirsê nikare baş dengê xwe bilind bike. Hannah Arendt dibêje "ketûberbûyîna xirabiyê". Bi rastî jî em behsa xirabiyeke ketûberbûyî, behsa nîjadperestiyeke ketûberbûyî dikin. Ev ji bo tevahiya civakê talûkeyeke pir mezin e."    Keskîn, destnîşan kir ku Walîtiya Sakaryayê di daxuyaniya xwe ya ewil de gotiye, kesên dibêjin ev êrîşeke nîjadperest e neytxirab in û dixwazin rê li ber rageşiyê vebikin. Keskîn got: "Bereksê wê em qenciya vê civakê dixwazin. Em bi bîr dixin ku nîjadperestiyeke ketûberbûyî çi qas veguheriye rewşeke talûke. Em ji bo vê civakê xizmeta aştî û jiyana bi hev re dikin. Danişîna ewil ji bo kesên ku naxwazin vê talûkeyê bibînin hişyariyek bû. Wê danişîna dudoyan jî bi heman awayî dewam bike. Em dizanin gelek mirovên bi vî awayî mexdûr bûne hene. Divê her kes xwedî li vê dozê derkeve. Çomk, dozeke girîng e."