Bi hinceta 'ragihana bişîfre' rojnameyê nadin girtiyan 2019-03-24 09:03:09   STENBOL – Li Girtîgeha Jina ya Gebzeyê, bi hinceta "çalakgerên greva birçîbûnê motîve û dîsîplîne dike", rojnameya Yenî Yaşamê nadin girtiyan. Li Girtîgeha Jina ya Bakirkoyê jî bi hinceta "ragihana bişîfre" rojnameyê nadin girtiyan.    Çend hefte berê li Girtîgeha Jina ya Gebzeyê, girtiyan doza Rojnameya Yenî Yaşamê kiribû, lê belê îdareya girtîgehê bi hinceta "çalakgerên greva birçîbûnê motîve û dîsîplîne dike" rojname nedabû girtiyan. Piştî vê biryarê, li gelek girtîgehên din jî rojnameyê êdî nadin girtiyan û tê gotin Wezareta Dadê giştînameyek ji girtîgehan re şandiye û di vê giştînameyê de tê diyarkirin ku rojnameyê nedin girtiyan. Lê belê ev giştînameya navbirî rê girtiyan nedane û ji rojnameyê re jî tu teblîxat nehatine şandin.    Li Girtîgeha Jina ya Bakirkoyê jî bi hinceta "di navbera girtîgehan de dibe sedema rgihandina bişîfre" rojnameya Yenî Yaşamê nadin girtiyan.    MA / Sadiye Eser