ROJEVA 24'Ê ADARA 2019'AN 2019-03-24 09:01:08   * Li Girtîgeha Jina ya Gebzeyê, bi hinceta "çalakgerên greva birçîbûnê motîve û dîsîplîne dike", rojnameya Yenî Yaşamê nadin girtiyan. Li Girtîgeha Jina ya Bakirkoyê jî bi hinceta "ragihana bişîfre" rojnameyê nadin girtiyan.    * Eren Keskîn, doza Kadrî Sakçi ku li Sakaryayê ji ber got "em kurd in" hat kuştin nirxand û got: "Malbata Sakçi, di danişînê de cara ewil axivî. Ji ber rêza me ji bo tirsa wan heye, em pir neaxivîn. Çi tiştekî êşbar e ku malbatek bi êrîşeke nîjadperest re rû bi rû dimîne û ji ber tirsê nikare baş dengê xwe bilind bike."    * Namzetê CHP'ê yê Şaredariya Yuregîrê Kamûran Karaca, anî ziman ku ew ê li dijî polîtîkaya berberîbûnê ya îktîdarê, bi awayekî aştîxwaz tev bigere û got: "Em ji nirxên welatê xwe hez dikin. Divê gelê me firsendê nede kesên ji bo parastina îktîdara xwe tev digerin û berberîbûnê dixin nav civakê."    * Adem Bozkûrt ji Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê nameyek ji ÎHD'ê re şand û diyar kir ku îdareya girtîgehê dest daniye ser ketle, çay, şekir, xwê û ava fêkiyan ên girtiyên di greva birçîbûnê de.    * Parêzerên OHD'î Meral Kaban û Şukran Ozturk destnîşan kirin ku piştî çalakiyên greva birçîbûnê, zext û zoriyên li girtîgehan zêde bûne û her wiha parêzeran got, girtiyên di greva birçîbûnê de pir zihîf bûne.    * Namzetên HDP'ê yên Şaredariya Dara Hênê Şefîka Dogan û Sadûllah Urkun gotin: "Em ê bi hev re bixebitin, bi hev re hilberînin û bi hev re şaredariyê bi rê ve bibin."    * Huseyîn Dûman ku li Girtîgeha Tîpa T a Bûrhaniyeyê 66 roj in di greva birçîbûnê de ye got: "Heta tecrîd bi dawî nebe wê çalakiya me dewam bike."    * Namzeta HDP'ê ya Meclîsa Şaredariya Sêrtê Zelal Şen a 19 salî diyar kir ku kurd di zarokatiya xwe de siyasetê nas dikin û got: "Divê ciwanên kurd berxwedana Leyla Guven bibînin û alaya di dest wê de bilind bikin."    * Li Edeneyê, Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'a Edeneyê Bûrhan Erol, ji ber şal û şepik li xwe kirin polîsan nehişt têkeve qada Newrozê. Erol, diyar kir ku polîsan ew derb kiriye û got: "Nehesibandina çanda gelekî tê wateya nehesibandina wî gelî."    * Namzetên HDP’ê yên Hevşaredarên Dihê Celîle Dundar Babaoglu û Mahfûz Atabay, bal kişandin ser binesaziya navçeyê û gotin: “Berî her tiştî emê van pirsgirêkan çareser bikin. Ji bo ku em bêkariya li navçeyê ji holê rakin, emê li gelek qadan atolye û kooeratîfan vekin.”    * Namzetên HDP'ê yên Şaredariya Êlihê Songul Korkmaz û Mehmet Demîr, diyar kirin ku hindik ma gel bihigêje şaredariya xwe. Namzetan, diyar kir ku ew ê tevî gel şaredariyê bi rê ve bibin.    * Dê bi beşdarbûna Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, li Qada Bazarê ya Bakirkoyê ya Stenbolê Cejna Newrozê bê pîroz kirin. (12.00)   * Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, dê beşdarî mîtînga Dersimê ya partiya xwe bibe. (13.00)   * HDP, dê li Kocaelî bi şîara “Bi riha Newrozê ber bi mîtînga hilbijartinê ve” Cejna Newrozê li Qada Bazarê ya Pençşemê pîroz bike. (13.00)   * Rêxistinên HDP’ê yên navçeya Cizîr, Şirnex û Amedê, dê derbarê Ayten Beçet a bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dawî li jiyana xwe anî daxuyanî bidin çapemeniyê. (13.00)