Cenazeyê Ayten Beçet di bin dorpêça eskeran de defin kirin 2019-03-24 08:34:10   DÎLOK – Polîsên ku dest danîn ser cenazeyê Ayten Becet ku ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan protesto bike dawî li jiyana xwe anî, şert dan pêş malbatê û gotin, herî zêde 5 kes dikarin tev li merasîma cenaze bibin.  Malbatê ligel dayik Fatma Beçet û bav Sabri Beçet bi tevlêbûna 20 kesan bi zimeran di tariya şevê û dorpêça ezkeran de cenaze defin kirin.    Polîsên ku dest danîn ser cenazeyê Ayten Becet ku li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan protesto bike dawî li jiyana xwe anî, şert da pêş malbatê û gotin, herî zêde 5 kes dikarin tev li merasîma cenaze bibin. Polîs, li malbatê geriyan û gotin, herî zêde 5 kes dikarin werin balafirgehê û cenaze teslîm bigirin. Polîsan, ji malbaatê re got, eger ew bi girseyî werin ew ê cenaze nedin. Malbatê ferzkirina polîsan qebûl nekir. Polîsan bi şevê cenaze bi balafirê anîn Dîlokê û li dîlokê di bin dorpêça eskeran  de defin kirin. Dayik û bav ku ji bo cenazeyê keça xwe bigirin çûn Stenbolê, piştî fêr bûn ku cenaze hatiye revandin, ji Enqereyê dîsa paşve vegeriyan û hatin Dîlokê. Bav Sabri Beçet piştî vegeriya Dîlokê derbasî goristana Yeşilkentê ya Dîlokê bû. Polîsan destûr nedan ku malbat cenaze bibe malê û raste rast birin goristanê.    Piştre parlamenterên HDP'ê Mahmut Togrul, Ayşe Surucu, Omer Ocalan, Fatma Kurtulan, Ridvan Turan, Tulay Hatîmoglulları, Salîha Aydenîz, Semra Guzel û dayik Fatma Beçet û xizmên wan dema xwestin ji malê derbasî goristanê bibin, polîsan mal dorpêç kir û destûr neda ku parlamenter û malbat derbasî goristanê bibin. Polîsên ku tax bi maşîneyên zirxî dorpêç kirin, parlamenter asteng kirin. Piştî niqaşa navbera polîs û parlamenteran, parlamenter û malbat çûn ser goristanê. Dema malbat û parlamenter çûn ser goristanê pêşiya wan ji aliyê cendirmeyan ve hat girtin. Fermandare cendirmeyan diyar kir ku ferman ji wan re hatiye ku parlamenteran derbasî qada goristanê nekin. Dîsa piştî niqaşek dirêj ya parlamenter û eskeran tenê destûr dan dayik û bav Fatma Beçet û Sabri Beçet û 20 ferdên malbatê ku tev li merasima cenaze bibin. Cenazeyê Beçet bi tevlêbûna dayik, bav û 20 xizmên wê di tariya şevê de hat definkirin.    Malbatê piştre xwest mala şînê ya Şaredariya Şahinbeyê bikar bînin, lê şaredariya AKP'î destûr neda ku malbat, mala sersaxiyê bikar bînin.