‘Defînevan li Mîlasê bi nexşerê digerin’ 2017-11-10 09:25:39 MUGLA - Berdevka MUÇEP'ê Zelîha Tekîn bal kişand ser bermahiyên dîrokî û arkolojîk û aşkera kir ku kesên li zêran digerin, li Mîlasê bi nexşerêyan digerin û destnîşan kir ku her kes çavên xwe ji kolandinên qaçax re digire. Gora bîrdarî ya Qiral Hekatomnos ku wekî berhemekî dîrokî yê arkoloiya sedsalî tê dîtin û aydê Şaristaniya Karya ye, li navçeya Mîlasê ya Muglayê hatibû dîtin. Li gel bîrdariyê, sarincên serdema Romaya Kevin û 181 bermhiyên dîrokî, di hedefa zêrgeran de ye. Berdevka Platforma Derûdorê ya Muglayê (MUÇAP) Zelîha Tekîn, aşkera kir ku her roj li Mîlasê zêrger zêde dibin, xwest li dijî van kesên ku li zêran digerin û zerarê didin bermhiyên dîrokî, tevdîr bên girtin.   'MALÊN DÎROKÎ TEXRÎB DIKIN'   Tekîn da zanîn ku divê li dijî tunekirina bermahiyên çandê kes bêdeng nemîne û diyar kir ku kesên bi qaçaxî li zêran digerin di destê wan de nexşe hene û ev tişt got: "Ev kesên li zêran digerin, di malên dîrokî de kolandinê pêk tînin, di dema kolandinê de malên dîrokî jî texrîb dikin. Herî dawî li bajêr xwestin gora bîrdarî ya Qral Hekatomnos birevînin. Zerar dane gora bîrdarî. Her kes çavê xwe ji kolandinê qaçaxî re digire. Divê Miduryeta Tûrîzm û Çandê li dijî vê yekê tevdîran bigire."   Tekîn destnîşan kir ku divê şêniyên bajêr jî di vî warî de serwext bin, divê gel nirxên çand û dîrokî wekî pirsgirêkê nebînin û xwedî li wan derkevin.   ‘ARKEOLOJİK DEĞERLERE TAŞ OLARAK BAKILMAMALI’   Tekîn piştrast kir ku di lêkolînên li bajêr de gelek berhemên dîrokî hatine derxistin, ev berhem di muzekeke ne xweş de tên pêşandan û aşkera kir ku Miduryeta Tûrîzim û Çandê di vê mijarê de gelek sersar tev digere. Tekîn anî ziman ku gelek malên dîrokî yên li bajêr bê xwedî hatine hiştin û kes li wan mêze nake, divê gelek malên dîrokî yên bi tapû bên îstimlaqkirin û bên sererastkirin. Tekîn derbirî ku gelek malên ji ber ku li navenda bajêr in, berdêla wan a rayîç zêde ye, divê bi çavê kevir li berhemên arkelojîk neyên mêzekirin û ji bo wan aborî bê veqetandin.