Polîsan ji bo cenazeyê Becetê şert danî: Herî zêde 5 kes dikarin tev li merasîmê bibin 2019-03-23 22:20:56   DÎLOK – Polîsên ku dest danîn ser cenazeyê Ayten Becet ku ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan protesto bike dawî li jiyana xwe anî, şert danîn ber malbatê û gotin, herî zêde 5 kes dikarin tev li merasîma cenaze bibin.    Polîsên ku dest danîn ser cenazeyê Ayten Becet ku li Girtîgeha Jina ya Gebzeyê ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan protesto bike dawî li jiyana xwe anî, şert danîn ber malbatê û gotin, herî zêde 5 kes dikarin tev li merasîma cenaze bibin. Polîs, li malbatê geriyan û gotin, herî zêde 5 kes dikarin werin balafirgehê û cenaze teslîm bigirin. Polîsan, ji malbaatê re got, eger ew bi girseyî werin ew ê cenaze nedin. Malbatê ferzkirina polîsan qebûl nekir û li benda bav Sabrî Becet e ku vegere. Malbatê destnîşan kir ku heta bav neyê ew ê cenaze veneşêrin.    Her wiha mala Becet û Goristana Yeşîlkentê ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin.